Di salên 90'an de bersiva dewletê: Emê li hember kê û li hember çî bibin cerdevan?
09:32
Şehriban Aslan / JINHA
AMED - Di despêka salên 1990'an de ji aliyê dewletê ve li Kurdistanê gelek gund hatin xirakirin. Gundiyên neçar man gundê xwe terikandin li deverên cuda tekoşîna jiyanê didin. Ayten Aydin a ku beriya 24 salan hatî navenda Amedê got: "Bi zorê dê em kiribana cerdevan. Me jî ne pejirand. Ma emê li hember kê û li hember çî bibana cerdevan?"
Li Kurdistanê di salên 1990'an de gelek gund hatin şewitandin û wêrankirin, gundî bi darê zorê ji gundên wan hatin derxistin. Gundiyên ku ji gundê xwe bi zorê derketin koçberî gelek deverên cuda bûn, li gel 24 sal derbasbûye jî hîna ew şopên bi êş ser wan berdewam dike. Yek ji wan jî Ayten Aydin a 44 saliye. Ayten da zanîn ku ew li navenda Farqînê bûn her dem leşkeran ser mala wan de digirintin û zorî li wan dikirin û wiha domand: "Leşkeran ji bo me deme bi qasî 10 deqeyan danî, me mala xwe neterikandibana dê em hemû gulebaran kiribana. Em hemû nava hev ketin, her kes bi leza tiştekê ji malê derxin debûn. Min jî xesî û xezurê xwe yên nexweş ji malê derxistin. Xesî û xezurê min nedixwestin ji mala xwe derkevin, lê karê wan nediyarbû, hîna ew di malê de dibe ku agir bi malê xistibana, ji bo wê jî min bi zorê her du ji malê derxistin."
'Yan bibin cerdevan yan jî vê malê biterikînin'
Ayten destnîşan kir ku beriya 24 salan bi zora cerdevaniyê ew ji Farqînê derketine hatine Amedê û wiha berdewam kir: "Leşkeran ser mala me de girtin gotin; 'Yan bibin cerdevan yan jî mala xwe biterikînin.' Me jî got ma gelo emê li hemberî kê û li hemberî çî bibin cerdevan. Me cerdevanî ne pejirand, ji bo em mala xwe berdin demek diyarkirî da me. Piştî dem qediya cardin ser mala me de girtin. Wê demê diyarkirin ku tenê 10 deqe demê me heye, divê em malê vala bikin. Xesî û xezurê min nexweşbûn. Her kesê dest bi tişt derxistinê kirin, min jî xesî û xezurê xwe yên nexweş ji malê bi zorê derxistin. Ji ber wan nedixwest ji mala xwe derkevin. Ji ber min dizanî ti dilê wan nîne, hîna her du di malê de dê agir berdin wan û malê.
'Gelo tenê sucê me kurdbûna meye?'
Ayten bilêv kir ku ew sedema ewqas zilma li wan hatî kirin nizanin û wiha dom kir: "Ez gelek fikirîm. Me çî kiriye ku mala me her tiştê me şewitandin û wêran kirin. Gelo tenê sucê me kurdbûna meye? Bi salane dayîkên me banga aştiyê û rawestîna rondikên çavan dikin. Her çiqasî kes me nebihîse jî emê cardin hewildanên xwe yên ji bo aştiyê berdewam bikin. Me bi xwe jiyanek aram nedît bila zarokên me bibînin. Ji bo pêşerojek azad û aram çî ji destê me bê emê bikin."
(zt)