'Împaratorê tirsê salên borî li Nisêbînê hat têk birin'
09:51
Zehra Doğan-Şehrîban Aslan /JINHA
MÊRDÎN - Qedexeya derketina kolanan li Nisêbînê di roja 5. de didome. Gelê Nisêbînê li hember êrîşan wiha bersiv dan, "Împaratorê tirsê salên borî li Nisêbînê hat têk birin" û gotin ku ew ê ax û warê xwe terk nekin. Jinên Nisêbînê wiha dibêjin: "Xwedî vî axê kevnar ev gele. Ji bo jiyanek bi rûmet, divê em jiyana komînal esas bigrin."
Di nava 6 mehan de li 17'e navçeyan bi giştî 118 roj qedexeya derketina kolanan hat îlan kirin. Yek ji bajarên kevnar a navçeya Nisêbîna Mêrdînê ye. Qedexeya derketina kolanan li taxên Abdulkadîrpaşa, Dîcle, Firat û Yenîşehîra Nisêbînê di roja 5. de didome. Ji salên 1990'î Nisêbîn bi berxwedana Rengîn navê xwe li dîrokê nivîsi, bi her gav avêtinek berxwedanê didin jiyandin. Bi ketina navçeyê em rastî jinên berxwedêr û pêşeng tên.
Di siya tangan de jiyan
Meyaser Akgûl (60) jina berxwedêr tevî cil û bergê xwe piştî qedexeyan dest bi têkoşînê dike û li pişt xendekan ji bo jiyanek nû avabike, zarokên xwe ji êrîşan diparêzin. Meyaser anî ziman ku mala wê ji ber êrîşan hatiye rûxandin û wiha got, "Nisêbîn li berxwedide wiha binvîsin." Meyaser wiha domand: "Eger em tirsiyabana ji salên borî em ê tirsiyabana. Em li hember vê hovîtiya dikarin li berxwe jî bidin û pêwîst be ji bo jiyanek bi rûmet em bimrin jî. Meşek me jî asteng dikin. Li serê her kolanek ew faîlên mechûl ên mîna salên 1990'î hatine bi cih kirin. Em êdî hînê hebûna tangan bûne. Împaratorê tirsê di salên borî de li vî bajarî têk çû, hebûna tangan li serê kolanan weke tiştek biçûk tê. Em dizanin ku berdêla jiyana bi rûmet gelek mezine. Pêwîst nake çete û leşkeran bi ser mede rêkin. Wek gel em rastî gelek êrîşên giran hatin lê berxwedana me dê bilind be."
'We ne bihîst şoreş pêk tê'
Em mîkrofona xwe dirêjî zarokên ku ji qalikê guleyan lestûkên nû diafirînin dikin. Li ser pirsa me a "Li vir çi heye?" zarokê bi navê Ramazan bi rûyek ken wiha got, "Çi çêdibe, we ne bihîst şoreş pêk tê." Bi vê bersivê pêşî li hemû pirsên me girt.
'Xwerêveberin ji xwe di salên borî de jî hebû'
Ya ku Nisêbîn dike Nisêbîn serhildana 'rengîne'. Em vê carê berê xwe didin jinên ciwan û li ser îlankirina xwerêveberinê diaxivin. Nûjîn Turan got: "Em bi salane ji xwe bi vî rengî dijiyan. Niha çima êrîş dikin ez wê famnakim." Nûjîn diyar kir ku gel bi nirxên xwe ên civakî reng û modela xwerêveberinê bi jiyanî kiribûn û wiha got: "Erê tevî tang û çekên giran êrîşê me dikin, lê belê bi çalakiyên deng derxistin, tilîlî û berzkirina dirûşmeyan em bersiva xwe didin." Gotibêjê me bi Nujîn re ji ber êrîşê TOMA'yê û bombeyên gazê hat qut kirin.
'Divê jiyanek bi rûmet were vehûnandin'
Ciwana bi navê Gûlcan Acar jî diyar kir ku eger nanek wan hebe ew ê di nava hevde parve bikin û wiha got: "Ya girîng jiyana gel a bi rûmete. Ji ber vê jî di her warê jiyanê de divê bi mînak be."
(rc)