Di bilançoya şerê AKP'ê yê 5 mehan de 58 jin hatin qetilkirin
10:18
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li hember gelê ku xwestiye xwe rêvebibe AKP'ê şerê topyekun daye despêkirin, di vî şerî de 33 zarok, 58 jin bi giştî 250 sivîlan jiyana xwe jidest dane.
Piştî ku AKP'ê di 7'ê Hezîranê de windakir, ji bo qazanckirinê di serî de gelê kurd hemû kesîmên aştîxwaz hedef girt û konsepta şerê topyekun da despêkirin. Ji 20'ê tirmehê heya 02'ê berfanbarê di navê de jin û zarok jî heyî bi hezaran welatî qetilkirin. Di nava şerê AKP'ê yê 5 mehan de 33 zarok, 58 jin jî di navê de bi giştî 250 sivîlan jiyana xwe jidest dan.
Jinên ku di encama êrîşên dewletê de jiyana xwe jidest dane evin:
20'ê Tîrmehê: Li Rihayê ser ciwanên cep-sosyalist ên ku ji bo Kobanê dinava şêwirmendiyê de êrîşa bombayî kirin. Di êrîşan de ji ciwanên jiyana xwe jidestdayîn 10 jin bûne. Jinên di wê êrîşê de jiyana xwe jidest dane evin, Hatice Ezgi Sadet, Nazli Akyurek, Ferdane Ece Dinç, İsmet Şeker, Nartan Kiliç, Ferdane Kiliç, Nazegul Boyraz, Dilek Bozkurt, Buşra Mete û Aydan Ezgi Şalci.
*1 Tebax: Balefinên şerên TSK yê gundê Zergelê yên Başurê Kurdistanê bombebaran kirin, di nava welatiyên di êrîşa hewayî de jiyana xwe jidest dane du jin bûn.
Fatma Ay (55) : Di 31'ê Tebaxê de li navçeya Silopiyaya Şirnexê dema li ser banê mala xwe razayî li gel keça xwe ya 14 salî B. O ji aliyê polîsên Fermana Buroya Tirafîka Emniyeta Muduriyeta Navçeyê ve hatin gulebarankirin. Di gulebaranê de jiyana xwe jidest dan.
*Ayten Gunhan: Di 4'ê Îlonê de dema li Dêrsimê diçu marketê bi guleya polîsan hat qetilkirin.
Meryem Sune (45): Di 8'ê Îlonê de dema ku li ber derê mala xwe ya Cizîra Şirnexê bû ji aliyê hêzên tayîbet ve hat qetilkirin. Li gel ji bo rakirina cenazê wê cîranan gazî qeymeqam, emniyet, leşkeran û 112'ê kiriye jî 2,5 saetan mudaxele nehatiye kirin û jiyana xwe jidest da.
Zeynep Taşkin (18): Di 10'ê Îlonê de li Cizîra Şirnexê bi guleya sekvanan hat qetilkirin.
Maşallah Edin (35) : 10'ê Îlonê de li Cizîra Şirnexê dema ku bûka wê Zeynep Taşkin û neviyê wê gulebaran kirin, ji bo alîkariyê bide ber bi wan çu di encama gulebarana sekvanan de ew jî hat qetilkirin.
Ruken Demir (18): 11'ê Îlonê li Taxa Fatih a navçeya Rezan a Amed di çalakiyên pirotestokirina êrîşên ser Cizîrê de bi gulebarana wesayîtên zirxî li ber mala xwe hedef hat girtin û hat qetilkirin.
Latife Tutuk (23) : 28'ê Îlonê li Taxa Yeşiltepe ya navçeya Silopiya Şirnexê ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin.
Hayriye Hudaverdi (70): 02'ê Cotmehê li Taxa Mescit a Farqîna Amedê ji bo protestokirina êrîşan derket derê mala xwe û duruşmên "Bijî aştî" bilind dikirin ji aliyê polîsan ve hedef hat girtin, giran birîndarbû. Li nexweşxanê li gel hemû mudaxeleyan jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe jidest da.
Di mitînga Aştiyê ya Enqerê di 10'ê Cotmehê de teqîna çêbûyî de 33 jin hatin qetilkirin. Navê jinan wihane; Aycan Kaya, Ayse Deniz, Azize Onat, Basak Sidar Cevik, Bedriye Batur, Berna Koç, Bilgen Parlak, Dicle Deli, Dilan Sarıkaya, Ebru Mavi, Elif Kanlıoglu, Emine Ercan, Fatma Esen, Fatma Karabulut, Fatma Filiz Batur, Gozde Arslan, Gulbahar Aydeniz, Gulhan Elmascan, İdil Guneyli, Kubra Meryem Mollaoglu, Leyla Çiçek, Meryem Bulut, Necla Duran, Nilgun Cevik, Sarigul Tullu, Sevgi Oztekin, Sevim Sinik, Seyhan Yaylagul Yıldız, Sezen Vurmaz Babaturk, Sebnem Yurtman ve Şirin Kılıcalp:
Dilek Dogan: 18'ê Cotmehê li Taxa Kuçukarmutlu ya navçeya Sariyer a Stenbolê ser mala wê de girtin û gulebaran kirin. Dilek a ku bedena wê hatî gulebarankirin rakirin Nexweşxana Perwerde û Lêkolînê ya Okmeydani yê 7 rojan li ber xwe da û jiyana xwe jidest da.
İsmet Gezici (55) : 4'ê Mijdarê dema ku tîmên tayîbet xweharziyê wê Engin Gezici yê 24 salî hedef nîşan dan û gulebaran kirin, wê xwe kire mertal ji bo xweharziyê xwe û bi guleya sekvanan giran birîndarbû. Ji ber polîsan welatiyên xwestin wan rakin nexweşxanê gulebaran kirin, ew dereng gihandin nexweşxanê jiyana xwe jidest dan.
Selamet Yeşilmen (45): 15'ê Mijdarê di qedexeya derketina kolanan a ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê hatî îlankirin de dema ku ji şaneşîna mala xwe dadiket xwarê ji aliyê sekvanan ve hat gulebaran kirin û qetilkirin. 6 gule li Selameta ducanî xistin û organên wê yên hindir parçe kirin.
Fatma Yigit Cin: 12'ê Mijdarê li Taxa Şehit Harun navçeya Silopoya ya Şirnexê ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin. Bombaatar dîwar parça kir û kete hindirê malê parçeyên wê bi Fatma ket û bi wî awayî hat qetilkirin.
2'ê Berfanbarê li Meydana Deriyê Çiyê ya Amedê jina ciwan a navê wê nehate zanîn bi guleya polîsan hat qetilkirin.
(zt)