Jinên Silopiyê dest bi karê serayê kirin
10:38
Mizgîn Adim/JINHA
ŞIRNEX – Şaradariya Silopiya seraya jinan vekir. Di vê seraya ku hemû xebatkarê wê jinin ziblê xwezayî tên bi kar anîn. Xebatkara serayê Şadiye Bîler diyar kir ku berê debara xwe bi çandiniyê kirine û ew kêfxweşin ku di nav bajêrde derfetê çandiniyê ji wan re hatine dayîn.
Li Silopiya Mudiryeta Polîtîkayên Jinê xebatên serayê dan despêkirin. Ji bo sera ya ku xebatkarê wê hemû jinin û dê dahata wê jî jinan re be. Axa wê hat cot kirin û ji bo çandiniyê tê amede kirin. Jinan bi destê xwe kevirê axê berhev kirin û ji çandinê re amede kirin. Ev sera ew ê ji hemû aliyan de xwezayî be û wê ziblên xwezayî bên bikar anîn. Jinên ku di serayê de dixebitin balê kişand ser têkiliya jinê û axê, û ev tişt anîn ziman:” Çandinî ji berê de karê jinê ye. Bi salene di bajaran de em ji axê dûr mane lê niha bi saya vê serayê em dighêjin axê û jiyana gundan dikeve bîra me."
‘Çandinî karê jinê ye’
Di derhekê serayê de Hevseroka Şaradariya Silopiya Emîne Esmer axivî û got ku ev sê mehin ew midûryeta jinê dane avakirin û li ser sê beşan xebatên jinê didin meşandin û wiha dewam kir:” Yek ji lingên xebatên me eboriya jinê ye. Jin hem bi keda xwe ya dest hem di nav jiyana aborî de cih bigre hem jî li ser lingên xwe bi sekine. Lingê wê yê din jî têkoşîna li hember tundiyê ye, lingê wê ya siyem jî perwerde dayîna pîşeyî ye.” Emîne desnîşan kir ku ev xebata ku kirine xebatek biçûke lê cara yekemîn seravanî li Silopiya ji alî jinê ve tê vekirin.
Xebatkara serayê Şadiye Bîler ku dayîka 8 zarokan e diyar kir ku ew miletê gundanin û li gundan mezin bûne û wiha behsa jiyana xwe ya gundan dike:” Li gundan jî me vê xebatê dikir me kolanê dikir me pîvaz, bacan diçandin. Jiyana me li ser erdê derbas bû.” Şadiye dibêje ku ew bi salane di bajara de ne û bajar gelek wan teng dikin û wiha dibêje:” Ev sera rojê minê gund tîne bîra min bêhna min li vêderê fereh dibe.” Şadiye dibêje ku çandinî ji berê de karê jinê bûye û wiha dawî li gotinê xwe tîne:” Jin dema xwe di alî aborî de pêş bixe gelek girînge dema jin pê dikeve civak jî pê re radibe”
(rc)