Nasnama jina ciwan a li Surê hatî qetilkirin diyar bû

11:40

JINHA

AMED - Hat zanîn ku jina ciwan a duh li Meydana Deriyê Çiyê hatî qetilkirin Guler Eroglu ya xwendekara Zanîngeha Hacettepe yê ye.

Nasnama jina ciwan a ku duh li Surê hat qetilkirin û demdirêj li peyî wesayîtên zirxî hat sekinandin, paşê rakirine Nexweşxana Perwerde û Lêkolînê ya Gazi Yaşargilê diyar bû. Dema karûbarê otopsiyê de hat zanîn ku navê wê Guler Eroglu ye. Gel herikîn ber derê nexweşxanê. Dema ku hat zanîn Guler xwendekara Zanîngeha Hacettepe ye ji ber nexweşxanê duruşmên weke "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana Surê" bilind dibin.

(zt)