Li Dêrikê gel li hember bi zorê derxistinê di serhildanê denin

12:03

JINHA

MÊRDÎN - Li Dêrikê di roja 8'an de dibin qedexeya derketina kolanan de êrîş berdewam dikin. 5 kesên duh êvarî hatine girtin hîna nehatine berdan. Li Taxa Zeytinpinarê sewqiyata leşkerî gelek zêdeye. Hat zanîn ku leşker dikevin malan welatiyan bi zorê derdixin.

Li navçeya Dêrika Mêrîdînê di roja 8'an de dibin qedexeya derketina kolanan de êrîş berdewam dikin. Li hember êrîşan û bi zorê welatî ji malên wan derxistinê bi pêşengiya jinan nobet û berxwedan berdewam dike. Li navçeya dibin êrîşên giran de ser malan de girtin li Taxa Tepedagê Mehmet Ali Bahçeci, Mehmet Bahçeci û Şehmuz Ata li Taxa Bahçelievlerê jî Îbrahim Poyraz û Hamdullah Dolek hîna li Emniyeta navçeya Dêrikê tên girtin.

Li taxên Zeytipınar, Cevizpınar, Kuçukpınar, Dag û Kale yên dibin êrîşê de hemû xetên gihandinê hatin qut kirin. Hevserokê Giştiyê DBP'ê Kamuran Yuksek, Parlementera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demirel, Parlementera Wanê Bedia Ozgokçe, Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Ataş û Parlementerê Mêrdînê Erol Dora jî alîkariyê didin berxwedana gel.

Li Taxa Zeytinpınarê sewqiyata leşkerî zêdeye, leşker dikevin malan û bi zorê welatiyan ji malên wan derdixin.

(zd-şa/zt)