Naveroka qetilama Hacî Lokman Bîrlîk derket holê
12:33
JINHA
ŞIRNEX - Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî Hacî Lokman Bîrlîk ê ku li Şirnexê bi birîndarî hatî girtin û pişt re hatî înfazkirin û bi wesayîta zirxî ve di erdê re hat rakêşandin de axaftinên bêtêlên polîsan ên derketin holê, hovîtiya bi organîzeyî û di çarçoveya ferman-fermandariyê de pêk hatiye radixe ber çavan. Di axaftinan de polîs ji bo wêneyên Hecî bikşînin û bi wesayîta zirxî ve girêbidin û di erdê re rabikêşin ji amîran destûrê digirin.
Li gorî nûçeya DÎHA'yê, li taxa Dîcleyê ya Şirnexê, roja 3'ê Cotmehê Hacî Lokman Bîrlîk ji aliyê polîsan ve dema birîndar bû hate înfazkirin û bi wesayîta zirxî hate kaşkirin. Di lêpirsîna dozê de axaftinên bêtêlên polîsan ên di demê bûyerê de axivîne derketin holê. Ji axaftina jî diyar dibe ku ev qetilkirin bi rêxistinî hatiye kirin. Derbarê lêpirsîna ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Şirnex ve hatî destpêkirin de hê jî polîsan îfade nedane. Bi daxwaza parêzeran axaftina bêtêlên polîsan ê roja bûyerê tevlî dosyayê kirin. Ji axaftinên bêtêlan diyar dibe ku ka çawa Hacî Lokman Bîrlîk bi biryara amîr û polîsan, bi awayekî hovane hatiye qetilkirin. Di axaftinên têlsizê de zelal tê fêmkirin ku amîr ferman dide polîsan da ku wêneyê wî bikişînin û li pey wesayîta zirxî kaş bikin.
Di wehşetê de fermana amîr û polîs heye
Piştî ku ev axaftinên bêtêlên polîsan derketin holê, parêzerên malbata Hacî ji bo ku polîsên di bêtêlê de diaxivin werin diyarkirin û darizandin, daxwazname dan dozgeriyê. Di daxwaznamê de parezerên malbata Hacî anîn ziman ku bûyer ji roja destpêkê pê de rêxistinkirî ye û divê hemû polîsên di vê buyerê de werin darizandin. Parezerê malbatê anîn ziman ku daneyên ji axaftina bêtêlan derketî diyar dike ku ev hovîtî ne karê çend polîsan e, berovajî vê gelek amîr û polîs tevlî vê wehşetê bûne.
Dema Hacî Lokman Bîrlîk tê qetilkirin ev axaftinên têlsizê di navbera polîsan de derbas dibin:
00:24:17- Asayîş hat fêmkirin hûn dikarin wêne bikşînin wêne bikşînin.
00:48:14 - Asayîş nerast e, me kes nestand, em çengel pê ve bikin amîrê min?
00:48:20 - Asayîş rast e. Pêwîst e çengel pê ve bibe, bi alîkariya çengelê kaş bikin, em derxin ji wê derê.
00:48:26 - Asayîş hat fêmkirin. A niha komekî ku çengelê wan li berdest e heye?
00:49:00 - Asayîş li cem min kindir û benê vê bikşîne heye. Li cem te… Ez ê kaş bikim û bibim
00:49:07 - Asayîş hat fêmkirin. Em ê derbasî hela pêş bibin. Hûn çengelê pê ve kin.
00:49:16 - Asayîş erê bira, tu derkeve pêş, pêşiya sutreye ez ê bi maşînê nêz bibim ben pê ve girêbidim erê?
00:52:52 - Asayîş hat fêmkirin ku tu derketî. Ango tu derdikevî?
00:52:57 - Asayîş ez ê niha kaşbikim bira. Li pişt min hûn jî lê meyzînin erê?
00:53:38 - Asayîş efendiyê min ji bo ewlahiyê herî dawî hûn ji vir derkevin dê baş be.
00:54:09 - Asayîş efendiye min em vî p... bibin ku derê.
00:54:39 - Asayiş bibin Miduriyeta Emniyetê
00:55:28 - Asayîş em vê koma ku kaş dike bînin pêşiya qerekolê. Em vî bibin, dîmena nedin derdorê. Ez li pişt disekinim. Ez rê digirim.
(rc)