Gelê Dêrikê li hemberî çemberê di berxwedanê dene

13:19

JINHA

MÊRDÎN - Di roja 8'an a qedexeya derketina kolanan de gelê Dêrikê di berxwedanê dene. Welatiyan sewiqiyata leşkerî protesto kirin û daketin qadan.

Li navçeya Dêrika Mêrdînê di roja 8'an de dibin çemberê de li hember êrîşan berxwedana gel berdewam dike. Welatiyên ji duh heya niha li kolananin di nava kolanan de bi meşê êrîşan protesto dikin. Ji taxên herî zêde êrîş lê hatî jiyankirin Taxa Kale ye. Ji nava taxê welatiyê binavê Suwar Gunsel diyar kir ku duh bi şev êrîş gelek giranbûn. Suwar bilêv kir ku leşker diketin malan bi zorê welatî ji malên wan derdixistin.

'Ji vêderê tenê hun me dikarin mirî derxin'

Suwar wiha berdewam kir: "Ji ber rewşa navçeyê ya erdnîgarî, Dêrik li pesarê çiya cîh girtiye ji bo wê jî derê hemû malan pir vekirî tên dîtin. Ji bo wê jî sekvan derê hemû malan gulebaran dikin. Bi rojane av û elektirîk nîne. Duh bişev ji ber barîna berfê şertên jiyanê hîn zêdetir zor bûn. Li gel van hemû zoriyan jî gel di berxwedanê debûn heya serê sibê. Di hinek malan de xwarin û vexwarin qediyane, ji malên cîranan pêdiviyên xwe digirtin. Malbat dibêjin; 'Ji vêderê dikarin tenê cenazê me derxin. Em bi saxî dernakevin.' Moralê welatiyan gelek bilinde.

Li aliyê dinê jî civînên gel ên li Meclisên Gel berdewam dikin. Her diçe xwarin kêm dibe, ji bo wê jî tiştên di malan de heyî her kes bi awayek komun par dikin û bi hev re dixwin. Li gel qedexeya derketina kolanan jî li Dêrikê derê gelek dikanan vekiriye.

(zd-şa/zt)