Yekîtiya Star derbarê êrîşê çeteyan de daxuyaniyek nivîskî weşand
13:49
JINHA
QAMIŞLO - Kordînasyona Yekîtiya Star a Kantona Cizîrê bi daxuyaniyek nivîskî êrîşên li ser taxa Kurdan Şêx Meqsûd a Helebê û Kantona Efrînê şermezar kir.
Kordînasyona Yekîtiya Star a Kantona Cizîrê bi daxuyaniyek nivîskî êrîşên çeteyên DAIŞ û hevkarên wê a li ser taxa Kurdan Şêx Meqsûd a Helebê û Kantona Efrînê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojava êrîşên hovane li hember gelê Kurd zêde bûne û wiha hat gotin, "Êrîşên hovane yên komên terorê bi hevkariya Tirkiyê û çeteyên AKP'ê ve tê meşandin. Bi êrîşan re armanc dikin ku çeperên berxwedana gelê Kurd bişkînin û bi hişmendiya netew perestî û etnîkî civak ji nûde avabikin. Her cureya hovane pêk anîn, gelek welatiyên sivîl qetil kirin. Lê di encamê de li hember berxwedan û vîna gel têk diçin."
Kordînasyona Yekîtiya Star di daxuyaniya xwede her wiha destnîşan kir ku êrîşa çeteyên DAIŞ, Cebhet El Nusra û Ehrar El Şem a li dijî Taxa Şêx Meqsûd û Kantona Efrînê têkçûna siyaseta wan diyar dike û wiha domand: "Bi taybet piştî xistina balafirê Rusiya yê ketine nava qirîzekî mezin. Ji ber vê êrîşê sivîlan dikin û jin û zarokan qetil dikin. Li pişt van êrîşan Tirkiye û hikûmeta AKP'ê heye. Wê berxwedan û vîna gel li hember van êrîşan bihêztir bibe. Hikûmeta AKP'ê dê hesabê van êrîşan bide gel, ji xwe bi vê siyasetê rewşa welêt girantir dike."
Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî hêzên demokratîk ên cîhanê hat kirin û wiha hat gotin: "Em bang li tevahî kesên alîgirê aştî, demokrasî û civakên navneteweyî dikin ku li pêşiya komkujiyên AKP'ê û çeteyên bigrin dikin. Ne tenê bi şermezar kirinê di heman demê de dê têkoşîna me jî li hember êrîşan bilind be û em ê hêzê xwe mezin bikin."
(rc)