Jinên Girê Spî jiyanê ji nû de ava dikin

13:54

JINHA

GIRÊ SPÎ - Di çerçoveya xebatê înşakirina civaka demokratîk de jinên bajarê Girê Spî dest bi xebatê rêxistinkirinê kirin. Piştî Girê Spî ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgar kirin, jinan komîna xwe a yekem vekirin.

Di çerçoveya xebatê înşakirina civaka demokratî û xweser de, bi pêşengiya Rêxistina Yekîtiya Star 1. komîna jinan hat vekirin. Komîna jinan a ku li gundê El- Yabîsê ya girêdayî Gira Spî a Kantona Kobanê hatî vekirin ji aliyê jinan ve rastî eleqeyek mezin hat. Civîna avakirina komîna xweser bi deqeyek rêzgirtinê despêkir û Endama Rêxistina Yekîtiya Star Zelîxe Ebdî derbarê girîngiya komînan de axaftin kir. Zelîxe da zanîn ku ew dixwazin bi riya komînan jinan perwerde û birêxistin bikin da ku karibin bi xwe gengeşeyên xwe çareser bikin. Di hilbijartinên ku di civînê de hatin kirin de Rêveberiya komînê hat diyarkirin.

Komîna gundê El-Yabisê 1. komîna xweser a jinan ku li Girê Spî tê avakirin. Piştî ku Rêveberiya Xweser li bajêr hate ragîhandin, şêniyên herêmê roj bi roj xwe birêxistin dikin.

(rc)