'Polîtîkayên perwerdehiyê Evîndar qetil kir'

15:31

JINHA

AMED - Saziyên jinan ên Amedê balê kişandin ser bûyêrên şiddetê yên demên dawî û qetilkirina xwendevana pola 8. Evîndar Ogut şermezar kirin.

Meclîsa Jinan a KESK'ê û saziyên jinan ên Amedê, ji bo balê bikşînin ser bûyerên şiddetê û kuştina xwendevana pola 8. Evîndar Ogut a bi destê birayê xwe hate qetilkirin şermezar bikin, civîna çapemeniyê lidarxistin. Nûnerên saziyên jinan ên bajêr jî tevlî civînê bûn. Li ser navê saziyên jinan Berdevka Demê ya Meclîsa Jinan a KESK'ê Muyeser Gulcemal axivî û balê kişand ser polîtîkayên AKP'ê yên şiddeta li ser jinê xurt dike.

Muyeser derbarê kuştina Evîndar Ogut de axivî û got: "Evîndar Ogut a 14 salî ji aliyê birayê xwe ve hate qetilkirin. Berdêla polîtîkayên perwerdehiyê yên zayendparêz, bi canê xwe didin." Muyeser di dawiya axaftina xwe de bang kir ku ji bo cezakirina failên bûyeran zagon ji nû ve werin sererastkirin.

(rc)