Hevseroka Meclîsa Gel a Geverê hê jî di beşa lezgîn de ye

15:32

JINHA

WAN - Hevseroka Meclîsa Gel a Geverê Sîbel Çapraz a ku ji aliyê tîmên taybet ve hate birîndar kirin, ev 5 roj in di beşa lezgîn de ye.

Li navçeya Gever a Colemêrgê di 29'ê Mijdarê de Hevseroka Meclîsa Gel a Geverê Sîbel Çapraz rastî êrîşa tîmên taybet hat û di encama êrîşê de ji mil û zikê xwe giran birîndar bû. Sîbel li Navenda Tip a Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê 4 caran emeliyat derbas kir û hê jî xetereya wê ya jiyanî berdewam dike.

Sîbel, ev 5 roj in di beşa lezgîn de ye û dibe ku 2 emeliyatên din jî pêwîst bike. Hate zanîn ku rewşa Sefer Terzîoglu yê ku di heman êrîşê de ji milên xwe birîndar bibû, baş e.

(rc)