Piştî 21 salan: Bi nivîsîna heqîqetê rastî di tarîgiyê de namîne
15:53
JINHA
STENBOL - Ji bo bîranîna Ersîn Yildiz û protestoya bombakirina rojnameya Ozgur Ulke xebatkarên çapemeniya azad kombûn, ser navê wan Editora Rojnama Ozgur Gundemê Gunay Aksoy axivî û got: "Bi bedel dayînê me ev kevneşopî avakiriye. Nikarin ser heqîqetê bigirin. Dê rastî di tarîtiyê de nemînin. Emê bûyîna denê gelan û heqîqetê berdewam bikin."
Xebatkarên çapemeniya azad, di 21'emîn salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê de, ji bo bîranîna Ersîn Yildiz ê ku di bombekirinê de jiyana xwe ji dest da û ji bo zextên li ser çapemeniyê protesto bikin, li ber avahiya Kadirga ya rojnameyê daxuyanî dan. Edîtorê Rojnameya Ozgur Gundemê Zana Kaya diyar kir ku rojnamevanên ji kevneşopiya çapemeniya azad, canê xwe jî bidin heqîqetê dişopînin û got ku dê ev kevneşopî berdewam bike.
'Emê bûyîna dengê gelan û heqîqetê berdewam bikin'
Edîtora Rojnameyê Gunay Aksoy jî bibîrxist ku Rojnameya Ozgur Ulke bi fermana Serokwezîra demê Tansu Çîller ve hatiye bombekirin. Gunay, balkişand ser daxuyaniya Alîkarê Serokwezîr ê berê Bulent Arinç ên ku rojnemeya wan hedef nîşan daye û got piştî vê daxuyaniyê, ji 21 nivîskar û gerînendeyên giştî yên rojnamê re ji 60'î zêdetir lêpirsîn hatine vekirin. Gunay diyar kir ku kevneşopiya çapemeniya azad bi bedelên mezin ava bûye û got; "Kes nikare ser heqîqetê bigire. Dê rastî di taritiyê de nemîne. Emê car din bibin dengê gelan û dengê heqîqetê."
Piştî çalakiyê, xebatkarên çapemeniya azad çûn serdana gora Ersîn Yildiz ê li Goristana Yeşîlkoy a Alîbeykoyê,
(zt)