Hanîfe Çelîk li hember êrîşan berxweda û xaniya xwe terk nekir
16:09
JINHA
MÊRDÎN - Henîfe Çelîk a 85 salî ya ku li Taxa Dagê dijî li beramberî hemû êrîşên ku di 8 rojan de pêk hatî cardin xaniya xwe terk nekir.
Li navçeya Dêrika Mêrdînê qedexeya derketina kolanan di roja 8. de berdewam dike. Navçeya ku bûye hedefa êrîşên giran, gel bi girtina nobetê taxên xwe diparêzin. Tîmên taybet û sekvanên ku bi çekên giran êrîş dibin ser navçê hewl didin jinan bi zorê ji xaniya wan derbixin. Li beramberê vê jin li berxwe didin û xaniyên xwe terk nakin. Hanîfe a ku bi salane di baxçeya malê xwede ker xwedî dike, piştî mirina kerê wê cardin mala xwe terk nekir û wane da êrîşên ku bi zîhniyeta desthilatdar hatiye avakirin. Dema ku nûçegihan li deriya malê Henîfe didin, zen kir ku polîsin û li ser vê yekê tehmûl nekir û bi ser hişê xwe ve çû. Cîranên ku bi dengê Henîfe hesiyan, hatin alîkariya wê.
(rc)