Çekvar Çubuk ê 15 salî ji aliyê hevalên xwe ve hat oxirkirin

16:25

JINHA

AMED - Çekvar Çubuk ê 15 û Guler Eroglu yên duh li Surê hatin qetilkirin ji morga nexweşxanê ji aliyê hezaran kesan ve hatin girtin û li Goristana Yenikoyê hatin definkirin. Hevalên Çekvarê xwendekarê dibistana navîn di rê de cenazê wî pêşewazî kirin. Diya Çekvar Netice Çubuk got: "Zaroka min qetilkirin, lê bila kêfxweş nebin bi hezaran Çekvarên ku xwîna wî li erdê nehêlin hene."

Duh li Surê di qedexeya derketina kolanan de Çekvar Çubuk ê 15 û Guler Eroglu hatin qetilkirin. Cenazeyên wan ji aliyê malbatên wan ve ji Nexweşxana Perwerde û Lêkolînê ya Yaşargilê hatin girtin. Cenazeyên ku ji aliyê hezaran kesan ve ji morgê hatin girtin birin Goristana Yenikoyê. Cenazê xwendekarê dibistana navîn Çekvar Çubuk di rê de ji aliyê hevalên wi yên dibistanê ve hat pêşewazî kirin. Hevalên Çekvar cenazê wî li ser milê xwe kirin bi duruşmên "Şehîd namirin", "Heval Çekvar bêmirine", "Bijî berxwedana Surê" û "Riya Şehîd rêya me PKK partiya me" hatin berzkirin û cenaze birin Mizgefta Yenikoyê. Li mizgeftê piştî nimêjê cenaze li ser milan ji bo definkirinê birin goristanê. Di dema definkirina cenaze de ji ber rondikênê malbat û hevalên Çekvar welatiyekê agir berda nasnama xwe û got: "Ez ji welatîbûna vî welatî şerm dikim. Ez ji hilgirtina nasnama vî welatê lê zarok tên qetilkirin şerm dikim."

'Kurê min qetilkirin'

Piştî definkirina cenazê Çekvar sîroda 'Çerxa Şoreşê' hat xwendin. Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevseroka Meya-Derê Ayşe Dicle da zanîn ku xwestin li Surê qirkirinan bikin û wiha domand: "Divê em li Surê, berxwedan û gelê li wê ji bo parastina axa xwe di berxwedanê denin xwedî derkevin. Çekvarek çu li cihê wî de îro bi hezaran Çekvar welidîn. Dê hevalên wî xwîna wî li erdê nehêlin. Çekvar vîna berxwedêr a Kurdistanê li Surê hatî nîşandane."

Dayîka Çekvar Netice Çubuk jî got: "Hîna kurê min 15 salî çî ziyan daye kê? Polîsan ji wê bedena wi ya biçuk çî xwestin? Gelo Erdogan kêfxweşe? Belê zaroka min qetilkirin, lê bila kêfxweş nebin hevalên wî xwîna wî li erdê nahêlin."

Jinan Guler Eroglu oxir kirin

Piştî merasîma cenazê Çekvar, cenazê Guler Eroglu jî ser milê jinan birin goristanê. Jinan ji Goristana Yenikoyê heya ser cadeya Kuruçeşmeyê bi meşê ser milê xwe birin û duruşmên weke "Şehîd namirin" û "Hezar silav ji bo gerilayên li Surê berxwedanê mezin dikin" ber bi Êlihê ve rêkirin.

(zt)