DBP banga xwedî derketinê li hevşaredaran kir

16:51

JINHA

COLEMÊRG - Li Colemêrgê Partiya Heremên Demokratik (DBP) derbarê girtina Hevşaredarên Colemêrgê de daxuyanî da çapemeniyê. Ji ber sibê seat 9.00'an de wê li Colemêrgê di dadgehê de rûniştina hevşeradarên Golemêrgê pêk bê, DBP'ê bang li gel kir ku xwedî li hevşaredarê xwe derkevin kir.

Li Colemêrgê Partiya Heremên Demokratik(DBP) derbarê girtina Hevşaredarên Colemêrgê Dîlek Hatipoglu û Nurullah Çifçi, daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê DBP'ê Hûsnû Raufoglu ve li navenda DBP'ê hat xwendin. Hûsnû bal kişand ser girtina Hevşaredarên Colemêrgê Dîlek Hatîpoglu û Nurullah Çifçî û wiha got: "Wekî ku hûn jî dizanin bi nêrînek antî demokratîk hevşaredarên me girtin. Kesên ku bi vîna gel hatin hilbijartin ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatin girtin. Ji ber ku ev 3 mehin hevşaredarên me girtine sibê seat 09.00'an de runiştina hevşaredarên me li dadgeha Colemêrgê dê pêk bê. Em banga xwedî derketinê hevşaredaran li gel dikin. Divê gelê me hemû li ber dadgehê amede bin.

(zyd/rc)