Li Derikê dibistan bi awayê karargeh dixebitînin
09:40
JINHA
MÊRDÎN - Piştî rakirina dorpêça ser Derikê hat zanîn ku tîmên tayîbet dibistana seretayiya Namik Kemal a Taxa Dag a Dêrikê bi awayê karargah xebitandine. Xwendekarên ketin hindirê dibistanê, dema rastî dîwarê qul qulî, şopên xwînê û deriyên şikestî hatin şaşwaz man.
Li navçeya Dêrika Mêrdînê qedexeya derketina kolanan a ku 8 rojan berdewam kir duh di saet 13.00'an de bidawî bû. Hat zanîn ku tîmên tayîbet dibistana seretayiya Namik Kemal a Taxa Dag a Dêrikê bi awayê karargah xebitandine. Di dibistana sê qat de hemû sire û maseyên xwendekaran belavkirî û deriyê hemû refan şikandîne. Li qada ser a dibistanê nêrîn her tişt li ber çavane. Di dibistanê de şona xwarina tîmên tayîbet hene, di talet û deverên cuda yên dibistanê de jî dîwar qul kirine, torbeyên xîzê danîne ji bo xwe çeper çêkirine. Li erdê jî şopên xwînê û di odeyên dawiyê de jî bataniyên cihê razanê hene.
'Refa min xira kirine'
Xwendekarên piştî qedexeyê ber bi dibistanê ve çun di nava şaşwaziyê denin. Ahmedê 10 salî dema ku qulên li dîwar hatîn çêkirin û şopên xwînê yên li erdê dît got: "Refa me di nava xwînê de, dîwar qulkirî û di hindirê refê de çeper çêkirine. Ref xirabûyî, masê me şikestî emê li ku bixwînin." Berxwedanê 9 salî jî got: "Ez êdî naxwazim di vê dibistanê de bixwînim."
'Em perwerda bi zimanê xwe dixwazin'
Ji malbatên xwendekaran Leyla Kaya jî bilêv kir ku ji ber êrîşan deruniya zarokên wan xira bûye û wiha domand: "Her dema bombabaranê de em neçarbûn ku ruyê xwe biken bigirin, ji ber dema ku me ruyê xwe tirş kir zarokên me ditirsin û deruniya wan xira dibe. Ji bo wê jî weke ku her tişt dikek a lîstokane em nêz dibin. Ji heskirina axa xwe me tiştek dinê nekiriye. Bila belaya xwe ji me û axa me vekin. Em perwerda bi zimanê xwe dixwazin. Em dixwazin zarokên xwe bi ziman û wêjeya xwe mezin bikin."
(zt)