Li Dêrikê jiyana mucize!

10:20

JINHA

MÊRDÎN - Li Dêrikê hat zanîn ku Momi Beşeren a 87 salî ku 3 rojan jê agahî nehatî girtin, ji aliyê cîranan ve hatî rakirina nexwşexanê ne miriye.

Li navçeya Dêrika Mêrdînê Momi Bereşen a 87 salî di rojên dawiyê yên qedexeya derketina kolanan de dihat zanîn ku jiyana xwe jidest daye, hat zanîn ku jiyan dike. Kurê Momi Zeki Beşeren diyar kir ku li Taxa Cevizpinarê 3 rojan wan agahî ji dayîka xwe negirtine, dema ku cîranên wan çune derî şikandine ketine hindir wê weke mirî dîtine. Momi ji ser xwe çuyîbû, cîranan wê weke mirî zanîbûn ji cihê wê rakiribûn, li mala xwe danîbûn duh rakirin nexweşxanê. Dema ku Mami birin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê dîtin ku dijî.,

(zt)