Sibê li Amedê 2'emîn Komxebata Jinên DİK'ê despêdike

10:44

JINHA

STENBOL - Sibê li Amedê 2'emîn Komxebata Jinên DİK'ê despêdike. Di komxebatê de li gel mijarên weke berxwedan û rêveberiya cewherî di navê de dê gelek mijar bên nîqaşkirin.

Dê Kongra Îslama Demokratîk (DÎK) di 5'ê Berfanbarê de li Amedê 2'emîn Komxebata Jinan lidarbixe. Komxebata ku dê li Salona Resepsiyonê a Sumerparkê bê lidarxistin mijarên weke "Hevpeyîmana Medineyê û têkiliyên civakî", "Jin û berxwedan", "Di Rojhilata Navîn de agahiyên dawiyê û jin", "Jin û civakîbûn", "Di Îslamê de zimanê dayîkê", "Têkiliyên jinên misilman li gel baweriyên dinê", "Jin û rêveberî", "Di xudbeyan de jin", "Meryem û nasnama jinan a gerdunî", "Berxwedana Kerbelayê û Zeynep", "Şideta ser jinan" û "Di çarçoveya Rojava û Kobanê de koçberiya jinan" bigirin dest.

Dê di 18-19 û 20'ê berfanbarê de DÎK li Stenbolê kongreya xwe lidarbixe.

(zt)