Ciwan xwe bi rêxistin dikin

11:16

JINHA

DIRBÊSIYÊ - Yekîtiya Ciwanên Rojava û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger meclîsa dibistana Muhdese ya amadehî ava kirin.

Yekîtiya Ciwanên Rojava û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger bi ramanca avakirina meclîsa xwendekarên dibistananê û çareserkirina pirsgirêkên wan, li dibistana Muhdesê ya jinan a li bajarê Dirbêsiyê ya Kantona Cizîrê civînek lidar xist. Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Di civînê de 28 endamên meclîsê hatin hilbijartin û di heman demê de du rêveberên meclîsê jî diyar bûn. Piştre jî Endamê Rêveberiya Ciwanên Rojava Egîd Amed derbarê birêxistin kirina ciwanên dibistanê de axivî. Egîd li ser erka ku ji meclîsên hatine hilbijartin rewastiya û berpirsyariyê xebatê ji wan re vegot.

Di dawiya civînê de meclîsa dibistanê ya ku ji 28 kesan pêk tê hat avakirin. Her wiha Zîlan ereb û Newroz Ehmed jî weke rêveberên meclîsê jî hatin diyarkirin.

(şe/rc)