Kujerê Evîndar xwe teslîm kir

11:38

JINHA

AMED - Alî Ogut a ku li Amedê xuşka xwe Evîndar Oguta 13'e salî qetil kirî teslîm bû.

Xwendekara pola 8. Evîndar Ogut (13) a ku li semta Seyrantepe ya Amedê dijiya di 2'ê Kanûnê de ji aliyê birayê xwe ve hat qetil kirin. Alî Ogut a ku deriyê odeyê li ser Evîndar kilît kiribû gule reşand. Di encamê de du gule li serê Evîndar ket û jiyana xwe ji dest da. Ji bo Evîndar li taxa Azîziyê konê sersaxî hat dayîn. Alî Ogut jî hat hînbûn ku teslîm bûye.

(rc)