Li Rojava ji bo pêşî li zewacê zarokan bê girtin serî li Dadgeha Gel tê kirin

13:24

JINHA

GIRKE LEGE - Li Girkê Legê zaroka bi navê F.H di 14'e salî de bi zarokek 16'e salî re hat zewcandin. F.H'e ya ku her dem rastî şîdetê tê, serî li Dadgeha Gel dide. F.H ya ku bi piştigriya hiquqî û derûnî ya Navenda Perwede û Zanista Jinan a Qamişlo girtiye, serî li Dadgeha Gel da û daxwaz kir ku malbatên dibin berpirsyarê zewacên temen biçûk bên ceza kirin.

Li Girkê Legê a girêdayî Kantona Cizîra Rojava ji bo pêşî li zewacê zarokan bê girtin, jin serî li Dadgeha Gel a bajarê Qamişloyê didin. Zaroka Ereb ya bi navê F.H. (14) bi zarokê bi navê R.E (16) salî re ji aliyê malbatê ve bi darê zorê hat zewicandin. F.H ya ku her dem rastî şîdetê hatiye diyar kir ji ber malbat wê bi zorê dane zewcandin ew nekariye tiştek bêje û wiha got: "Piştî zewacê bi çend hefte em derbasî Bakûrê Kurdistanê bûn. Li Amedê tevî malbatê em bi cih bûn. Ez her car rastî şîdetê wî dihatim."

F.H., da zanîn ku piştî demek ew vegerîne Girkê Legê û wiha domand: "Em hatin Rojava lê cardin îşkence berdewam kir. Êdî min tehmûla îşkence û şîdetê hevjînê xwe nekir û ji ber vê min serî li Navenda Perwede û Zanista Jinan ya bajarê Qamişlo da." F.H ya ku bi piştigriya hiquqî û derûnî ji Navenda Perwede û Zanista Jinan girtiye, serî li Dadgeha Gel da û daxwaz kir ku malbatên dibin berpirsyarê zewacên temen biçûk bên ceza kirin. Bi biryarê Dadgehê re li Rojava dê zewacên temenê biçûk bên qedexe kirin û ev yek jî dê bibe mînak.

Endama Navenda Perwerde û Zanista Jinan Behya Silêman Murad da zanîn ku li ser, ser lêdana F.H. ew derbarê mafê zarok û jinan de dest bi lêkolînan kirine û vê rewşê di warê hiqûqî de digrin dest. Behya diyar kir ku, ji bo kesên berpirsyar bên ceza kirin tevî F.H. serî li Dadgeha Gel dane û got ew li bendê biryarek bi mînakin.

(rc)