Pefçun nebû Dilan înfaz kirin
13:27
JINHA
STENBOL - Li Sancaktepe yê di serdegirtina malan de derket kolê ku polîsan Dilan Kortak înfaz kiriye. Parêzerê Dilan gotina ji devê polîsan a 'Di pefçunê de hat kuştin' derewand û got: "Pefçun tinebû, di malê de înfaz kirin. Kesên hatin binçavkirin jî ji deverên dinê yên taxê girtine. Ji hev negirtin heye." Şahidê bûyerê jî gotina parêzer rast derxist.
Li Taxa Dumanlar a Taxa Ataturk a navçeya Sancaktepe ya Stenbolê di qata duyan a avahiyek çar qat de polîsan ser malê de girtin. Di serdegirtinê de Dilan Kortak a 20 salî ku bi xwe ji Mêrdînê ye ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Hinek rojname û ajans nûçeyên weke "Ser mala PKK'ê de girtin, şer derket." Lê parêzerê Dilan û şahidê bûyerê diyar kirin ku Dilan hatiye înfaz kirin.
Şahidê bûyerê ku li heman taxê dijî û nexwest navê xwe bide da zanîn ku di bûyera şevêdinê de wan dengê çekan nebihîstiye. Şahidê bûyerê destnîşan kir ku di dema serdegirtinan de polîsan kolan hemû girtin nehêlan kes nêzî cihê bûyerê bibin û wiha domand: "Bê pefçun polîs ketin hindirê malê. Tişta hat jiyankirin înfaze."
Parêzerê Dilan Kadir Tunç jî bilêv kir ku Dilan hatiye înfaz kirin. Kadir anî ziman ku di dema serdegirtinê de ti şer çênebûye, her wiha 3 kesên tên gotin di heman malê de girtine, ji deverên cuda yên taxê girtine û wiha berdewam kir: "Ti şer çênebûye. Polîsan ser malê de girtin û Dilan qetilkirin. 3 kesên hatine binçavkirin jî ji deverên cuda yên taxê girtine. Qetilkirina Dilan bi giştî înfazek bê daraze."
Li aliyê dinê jî di operasona polîsan Dilan qetilkirî de Cenk Olgun, Azad Tokmak û Adil Îbiş ên hatin binçavkirin birine Şaxa Terorle Mucadele ya Emniyeta Muduriyeta Stenbolê.
(zt)