Li Surê malên dîrokî tên şewitandin
13:45
JINHA
AMED - Li navçeya Sûr a Amedê polîs û tîmên taybet bi bombe avêjan taxan bombebaran dike. Ji ber bombeyên polîsan li gelek malan şewat derket û ji taxan dûxana şewatê bilind dibe.
Li navçeya Sûr a Amedê qedexeya derketina kolanan ev 3 roj in berdewam dike û êrîşên hêzên dewletê yên li ser navçeyê jî her ku diçe girantir dibe. Tevî ku li 6 taxan qedexe hatiye îlan kirin jî, hemû navçe hatiye dorpêçkirin. Hate zanîn ku, polîsên ku nikarin berxwedana gel bişkînin, taxên Xançepek, Fatîhpaşa û Hasirliyê bi bombe avêjan bombebaran dikin. Ji ber bombeyên polîsan li gelek malan şewat derketiye.
Li gor agahiyên ku têne girtin, di encama êrîşên polîsan de gelek kes birîndar bûne lê ji ber êrîşên polîsan, gel nikare kesên birîndar ji navçeyê derbixe.
Her wiha ji ber şewata malan, komên agirkuj diçin navçeyê.
(zt)