'Keça min înfaz kirin weke înfazên li Amed û Cizîrê kirine'

13:55

JINHA

STENBOL - Bavê Dîlan Kortak a ku li Sancaktepeyê di serdagirtina malê de ji aliyê polîsan ve hate kuştin, Îbrahîm Kortak got; "Şer tinebû keça min înfaz kirin, weke înfazên li Amed û Cizîrê."

Malbata Dîlan Kortak a li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê di serdagirtina malan de ji aliyê polîsan ve hate kuştin û Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, hatin ber Saziya Tip a Edlî ya Yenîbosna. Bavê Dîlan Kortak, Îbrahîm Kortak diyar kir ku derbarê kuştina keça wî de tu kes agahî nedaye wî û wiha axivî: "Di mal de tenê keça min înfaz kirin. Şer tinebû. Her kes dizane înfazêne weke vê li Amed û Cizîrê jî kirin."

(zt)