Gunay, Taybet, Dîlek, Dîlan: Niha dora Kê ye?
14:25
JINHA
NAVNEDA NÛÇEYAN - Bi Dîlan Kortak a ku duh li Stenbolê di serdegirtina malê de hat qetilkirin, ji 20 tîrmehê pê de hejmara jinên ku bi heman rêbazê ji aliyê polîsan ve hatine înfaz kirin derket 4'an.
Ji 20'ê meha tîrmehê pê de, di operasyonên polîsan de 4 jinên ciwan di serdegirtinên malan de hatin înfaz kirin. Herî dawî duh li Stenbolê jina ciwan a bi navê Dîlan Kortak bi heman rêbazê hat qetilkirin.
Gunay Ozarslan weke ku şer kiriye nîşan dan û bi 15 guleyan qetil kirin
Gunay Ozarslan a Endama Eniya Gel bû, yekemîn jin e ku di serdagirtinên malan de hate qetilkirin. Gunay di 24'ê tîrmehê de, di operasyona li navçeya Bagcilar a Stenbolê de, ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin. Miduriyeta polîsan, weke ku Gunay şer kiribe da nîşandan û di daxuyaniya xwe de gotibû, 'Gunay li nêzî deriyê xanî hatiye kuştin'. Lê Buroya Hiqûqê ya Gel ev gotin bi wêne û belgeyan derewîn derxistin û hate zanîn ku Gunay bi 15 guleyan hatiye qetilkirin.
Taybet Cansî bi Torosên nû hate qetilkirin
Taybet Cansî jî di 8'ê cotmehê de li Amedê di serdegirtina malê de hate înfaz kirin. Di vê bûyerê de jî, piştî ku polîs deriyê malê dişkînin Taybet di hundirê malê de qetil dikin.
Ji ber ku Dîlek Dogan got 'Galoş li xwe bikin' hat qetilkirin
Dîlek Dogan di 18'ê cotmehê de li Sariyera Stenbolê ji ber ku got polîs, 'Galoş bêxên lingê xwe' hat qetilkirin. Polîsên ku bi ser mala Dîlek de girtin ji ber vê gotina Dîlek gule lê reşandin û ew qetil kirin.
Jina dawi ya ji aliyê polîsan ve hatiye qetilkirin Dîlan Kortak
Herî dawî li kolana Dûmanlar a navçeya Sancaktepe ya Stenbolê, polîsan bi ser malan de girt û jina bi navê Dîlan Kortak qetil kirin. Piştî qetilkirinê çapameniya AKP'ê weke berê dîsa weke ku pevçûn derketî û di encamê de Dîlan jiyana xwe ji dest dayî nîşan dide. Malbata Dîlan li Îzmîrê dijî û ev demek dirêje Dîlan jî di nav HDP û KJA'yê de xebat dida meşandin. Dîlan gelek girîngiyê dida têkoşîna jinê û li ser tora civakî herî dawî peyama, "Nemirin, jiyana bi jina azad re ye" parve kiribû.
(rc)