Li hemberî qirkirina Surê bi hezaran dimeşin

15:27

JINHA

AMED - Bi hezaran welatiyên li hember qirkirina dibin qedexeya derketina kolanan a 3 rojin ser Surê berdewam dike dimeşin gotin; "Qirkirinan bisekinînin."

Ji bo rakirina qedexeya derketina kolanan a li Surê hatî îlan kirin û dawîkirina qirkirina ser gel welatî li Pakra Koşuyolu yê dest bi meşê kirin. Bi hezaran welatiyên xwestin ber bi avahiya Walîtiyê ve bimeşin rastî astengiya polîsan hatin. Meşa ku di navê de parlementerên HDP'ê yên Amedê Feleknas Uca, Ziya Pir, hevserokên DBP'a bajêr, rêveberên partiyê yên navend û navçeyan jî di navê de heya ber AZC Plaza yê berdewam kir. Di meşê de diruşmên weke "Her der hundirê Surê ye her der berxwedan", "PKK gele, gel li vire", "Şehîd namirin", "Tekoşîn berxwedan rêya me rêya şehîdan", "Amed ne raze li Surê xwedî derkeve" û "Bijî Serok Apo" hatin bilind kirin. Di dawiya meşê de li ber AZC Plaza yê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê DBP'a Amedê Ali Şimşek diyar kir ku ew qirkirina li Surê tê kirin na pejirînin û qedexeya derketina kolanan sepandinek dermiroviye.

'Gelê Surê bi qirkirinê re ru bi ruye'

Ali bilêv kir ku qelê Surê bi qirkirinê re ru bi ruye û wiha domand: "Divê gelê Amedê li hemberî van qirkirinan bêdeng nemîne. Ji bo valederxistina êrîşan divê gel li qadan bin. Dê gelê Amedê bi tekoşîna xwe êrîşan valederxînin."

Parlementerê HDP'ê yê Amedê Ziya Pir jî gelê kurd li hember êrîşên dewletê ketine parastinê û wiha berdewam kir: "Em dikarin di mijara xendekan de runin bipeyîvin, lê divê despêkê wan bûyerên dibin hişmendiyan de cihê xirab girtî bên lêborîn bê xwestin. Tenê dewlet dikare şidetê bike. Em vê na xwazin. Divê bilezgînî ev qirkirin bên sekinandin."

Ziya şewata Pasurê û mirina 6 zarokan bibîrxist û wiha dom kir: "Duh em beşdarî merasîma ji bo wan hatî çêkirin bûn, lê mediyaya serdest bi îdiyayan weke ku em ne li wêderêne nîşan didinan. Em li wê bûn, lê ji AKP'ê tenê parlementerek jî li wê nebû."

Piştî axaftinan girse 15 deqeyan çalakiya runiştinê lidarxistin.

(zt)