Di laşê Dîlan de 5 dendikê gule hat derxistin!

15:49

JINHA

STENBOL - Cenazeya Dîlan Kortak a ku şevê din ji aliyê polîsan ve hatiye qetilkirin, piştî ku li Tipa Edliyê otopsiya wê hat kirin radestî malbatê kirin. Parêzeran diyar kirin ku di laşê Dîlan de 5 dendikê guleyan hatî derxistin.

Cenazeya jina ciwan a bi navê Dîlan Kortak (19) ku duh li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê di serdagirtina malê de ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin, anîn Saziya Tip a Edlî ya Stenbolê. Piştî karê otopsiyê cenazeya Dîlan radestî malbatê hat kirin. Li gorî agahiyên ku ji parêzerê malbatê hatî girtin, di laşê Dîlan de 5 dendikê gule hatiye derxistin.

Li ber Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê Meclîsê Dayîkên Aştî ya Stenbolê, Endamên rêxistinên HDP'ê ya navçe û bajêr, endamên KJA'ê bi dirûşmeyên "Şehît namirin" û "Qatil Erdogan" berz kirin. Derbarê mijarê de
Parlamentera HDP'ê Huda Kaya û ji parêzeran Kadîr Tunç li ber ATK'ê daxuyanî dan. Huda Kaya da zanîn ku bi qetilkirina Dîlan re înfazên bê dadgeh ên dewletê derketiye holê û wiha got: "Her roj çend jin ji aliyê mêran ve tên qetil kirin. Hêzên dewletê jî êrîşê jinan dike û her roj ji me yek din kêm dibe. Temenê wê hîna 18-19'e saliye bi reşandina guleyan ew qetil kirin."

'Em ê hesabê bipirsin'

Huda destnîşan kir ku, ji ber înfazên hovane ên dewletê rihê mirovan de şikestandin çêbûye û wiha domand, "Divê dewlet ji qetilkirina jin, zarok û pîran berde." Huda anî ziman ku ji înfazkirina jin û welatiyên sivîl berpirsê yekem dewlete û wiha pêde çû: "Ne zagonên gerdûnê ne jî zagonê Îslamî vê yekê qebûl nake. Ji bo mirov û jin nebin qurbanê qatlîaman em ê hesabê bipirsin."

'5 dendikê gule di laşê wê de hat derxistin'

Ji parêzeran Kadîr Tunç li ser îfadeyên şahîdên buyerê, diyar kir ku di dema serdegirtinê de tu pêvçûn derneketiye û wiha got: "Ji laşê Dîlan 5 dendikê gule hatin derxistin. Ji birîna laşê wê de ev yek tê fêmkirin. Ev yek jî nîşaneya ku Dîlan bi reşandina guleyan hatî înfaz kirin."

Cenazeyê Dîlan wê li navçeya Karabaglara Îzmirê bê veşartin.

(rc)