2.Konferansa Aşitiyê ya Dersimê tê lidarxistin
16:22
JINHA
DERSIM - Bernameya 2.Konferansa Aşitiyê ya Dersimê ku ji aliyê Hewldana Ciwanan a Ji Bo Aşitiyê Civakî tê amadekirin, di 7-9'ê Kanûnê de li Dersimê tê lidarxistin.
2.Konferansa Aşitiyê ya Dersimê ku ji aliyê Hewldana Ciwanan a Ji Bo Aşitiyê Civakî tê amadekirin, di 7'ê Kanûnê de destpê dike. Dê konferans 3 rojan berdewam bike û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna, Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan, Serokê Giştî yê Federasyona Elewî û Bektaşiyan (ABF) Bakî Duzgun jî di nav de gelek siyasetmedar, akademîsyen, nivîskar û helbestvan tevlî konferansê bibin.
Di çarçoveya bernama konferansê de;
Di 7'ê Kanûnê de, dê serdana malbatên ku di pevçûnan de zarokên xwe wenda kirine were kirin, di 8'ê Kanûnê de dê biçin zinarên Komkujiya 38'an û qurnefîlan deynin Çemê Mûnzûrê. Pişt re jî dê bi navê "Di pêvajoya çareseriyê de daxwaz û pêşniyarên gelên Tirkiyeyê" hevpeyvîn were lidarxistin. Herî dawî jî di 9'ê Kanûnê de ji muxatabên pêvajoya çareseriyê re name werin şandin.
(rc)