Li Surê 13 birîndar

16:55

JINHA

AMED - Li navçeya Sur a Amedê ku qedexeya derketina kolanan berdewam dike, polîsan bi guleyên bombeavêj malekê hedef girtin û 2 ji wan zarok 13 kesên di malê de birîndar bûn.

Li navçeya Sur a Amedê êrîşên hêzên dewletê sînor nas nake. Polîsên ku ji ber berxwedana gel nikarin bikevin taxan, derdor gulebaran û bombebaran dikin. Hate ragihandin ku polîsan li taxa Hasirlî nêzî Mizgefta Kurşunla, bi çekên bombeavêj malekî hedef girtine. Bi guleya bombeyê ku di mal de teqiya, 13 kesên ku di mal de bûn ji ber parçeyên şarapnelê birîndar bûn. Hate zanîn ku di nav birîndaran de du zarokên 5 û 7 salî jî hene û kesekî ji serê xwe giran birîndar bûye. Ji ber êrîş û dorpêça polîsan, welatî nikarin birîndaran ji taxê derxin û bibin nexweşxaneyê.

(zt)