Welatiyên Kobanê ji înşaya Kobanê bi hêvîne
09:08
Hulya Okalîn/JINHA
WAN - Welatiya Kobanê ya bi navê Asya Mihemed a ku di sala 2014'an de ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ji neçariya xwe hatin başûrê Kudistanê û ev salek e li Wanê dijî, bi dest pê ka ji nû ve înşakirina Kobanê re bi hêvîne. Asya diyar kir ku ew ê cardin vegerin erka bav û kalên xwe li welatê xwe di nav jiyanek aramî de bijîn.
Di maha Hezîrana 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê di ser bajarê Kobanê de girtin û bajar dagirkirin. Di dema dagirkirina çeteyan de bi hezaran welatiyên Kobanê yên ku jin û zarok jî di nav de bi awayek hov hatin qetilkir. Bi hezaran weletî di heman demê de ji ber êrîşên çeteyan neçar man ji cih û warên xwe veqetin. Welatiyên ku rastî êrîşa çeteyan hatine ji sînorên Tirkiyê derbas bûn û li gelek bajarên Tirkiyê û Kurdistanê bi cih bûn. Welatiyên ku ji warê xwe goç bûne, ji aliyê şaredariyan ve li kombajaran hatin bi cihkirin.
Çeteyên DAIŞ'ê yên ku bajarê Kobanê dagirkirin rastî berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê ya bê hempa hatin û bajar ji çeteyan rizgarkirin. Bi rizgar kirina Kobanê re xebatê înşayê ji nûde destpêkirin. Welatiyên li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê dijîn ji nû ve înşa kirina Kobanê bi hêvîne û bi keyfxweşî dixwizin cardin vegerin warê bav û kalên xwe. Jina bi navê Asya Mîhamend (38) ku bi malbata xwe re di 19'ê Cotmeha 2014'an de ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ'ê reviyan û ev salek e li kombajara Wanê dijî got ku dexwaz û xeyala wan ew e ku cardin li Kobanê di nav aramiyê de bijîn e.
'Me tu carî koçberî neditî bû'
Asya serpêhatinên xwe bi me re parvekir û got ku heya niha rastî êrîşek wiha ne hatinê û ev tişt got: "Bajarê Kobanê gelek biçûk e. Hemû welatiyên kurd bi hev re di nav jiyanek komîn de dijîn. Lewra welatiyên Kobanê girêdahî bajarên xwe bûn û tu carî fikra jiyanek din got bûnê tune bû. Me pir ji Kobanê hez dikir. Lê me qet nizanî bû dê ewqas buyer bên serê me. Li derdora me gelek sinorên bajaran hebûn lê me qet ne dixwest bi çin wir û li bajarên din bijîn. Lê mixabin çete ketin Kobanê û qetlîaman pêk anîn. Jin, zarok, kal kê ket pêşberî wan kuştin. Li ber çavên dayîkan zarokên wan serjê kirin. Ev êşek ji bo dayîkan pir mezin bû."
'Hemû jiyana min di nav zehmetiyê de derbas bû'
Asya jiyana xwe ya berê bibîr xist û ev tişt li gotina xwe zêdekir: "Hemû jiyana min di nav zor û zehmetiyê de derbas bû ye. Dema ez zewicîm temenê min biçûk bû. Di temenê xwe yê biçûk de bûm dayîk. Niha 3 zarokên min hene. Li Kobanê xanî û stara min tune bû. Di nav gelek zor û zehmetiyan de min xanî ji bo zarokên xwe avakir. Lê min bi xaniyê xwe kêfxweş nebûm. Dema ku ez ketim xaniyê xwe min ji xuşka xwe re digot ev bi xaniyê xwe mirad nabim û ez ê bimirim. Li ser gotina min çete Kobanê dagirkirin û xaniyê min bi top û tangan hilweşandin."
'Ez Kurdistanek bê dayîk naxwazim'
Asya di berdewamiya axaftina xwe de got ku dema çete Kobanê dagirkirin ji bajarê xwe nediveqetiyan lê li ser gotina keça xwe ya 'Ez Kudistanek bê dayîk naxwazim' ji Kobanê derketine. Asya desnîşan kir ku dema hatin Tirkiyê jî rastî metingeriya welatiyan hatine û ev tişt got: "Em bi sedan malbatî re hatin ber sinorê Tirkiyê. Li wir bi rojan bê av û nan man. Zarokên me ji birçiyan behn ji devê wan dihat û hatibûn sinorê mirinê. Di serî de em hatin Pîrsûsê, li wir cih tune bû û bi sedan malbat dibin konek hatibûn bi cihkirin. Ez runûştim û giriyam. Pişt re em çûn Sîwas, Kilis, Dîlok û Stenbolê. Em çûn kijan bajêr welatî bi metingeriyê nêzî me dibûn û me ji xaniyê xwe der dixist û rastî êrîşên wan dihatin. Herî dawî di maha mijdarê de em hatin Wanê û di kombajaran de dijîn."
'Hemû hêviyên me ew e ku em cardin vegerin Kobanê'
Asya di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser ji nû ve înşa kirina bajarê Kobanê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dema min bihîst ku Koban cardin tê ava kirin keyfxweşiyek mezin min girt. Ji ber ku Koban cihê bav û kalên me ye. Em li wir hatin dinê û mezin bûn. Koban warê me ye. Lewra bi salan e ku em bi xeyala vegera Kobanê dijîn. Hevjînê min ji bo em cardin biçin Kobanê ev 2 mehe çûye Kobanê. Em li benda agahiya hevjinê min in. Dema hat em ê di maha adarê de biçin Kobanê û zarokên xwe li wir mezin bikim."
(hk-ry/rc)