Xeyalê Çekvar a herî mezin basketbolvanî bû
09:27
Şehrîban Aslan/JINHA
AMED - Dayîka Çekvar Çubuk (15) yê ku piştî îlankirina qedexeya li Surê hat qetilkirin, Netîce Çubuk diyar kir ku xeyalê Çekvar a herî mezin basketbolvanî bû û wiha got, "Erdogan destûr neda ku kurê min bixwîne, bi destê xwe kurê min qetil kir. Ew bu şehîdê Kurdistanê."
Li navçeya Surê ya Amedê bi îlankirina 5. qedexeya derketina kolanan re zarokê (15) Çekvar Çubuk hat qetil kirin. Netîce Çubuk da zanîn ku Çekvar ji stirana "Nûda Bûka Kurdistan" gelek hezdikir û got, "Erdogan qatilê kurê mine." Netîce anî ziman ku zerarê Çekvar ji tu kesîre nînbû û wiha berdewam kir: "Xeyalê kurê min a herî mezin basketbolvanî bû. 15 salîbû lê wek mirovek 40 salî tevdigerî. Erdogan destûr neda kurê min bixwîne, bi destê xwe kurê min qetil kir. Kurê min bû şehîdê Kurdistanê. Erdogan derdikeve pêşbirê çapemeniyê û dibêje 'polîs û leşkerên me dê şehîd bikevin, lê tiştê pêwîst çibe dê were kirin'. Ew fermanê dide polîs û leşker jî qetil dikin. Erdogan cihê te ne li vê dinê heye ne jî li dinê din. Cehennem jî te nagre nava xwe."
'Bila êdî zarokek din nemire'
Netîşe diyar kir ku hefta borî roja Înê mûdirê dibistanê şîkayeta kurê wê kiriye û li ser vê yekê Çekvar birine karakolê û wiha domand: "Mudirê dibistanê gotibû Çekvar bombevane û li ser vê yekê gilî li karakolê kiribû. Karakola Alîşan li min gerî û got 'kurê we li karakolê ye werin'. Ez çûm û min got hîna kurê min 15 salî û xwendekare ji hevalên wî ên dibistanê bipirsin, ew ê ji were rastiyê bêjin." Netîce hestê xwe wiha bilêvkir: "Kurê min dil û kezeba minbû. Min karta otobîsê jêra dagirtibû, lê Erdogan ne hêşt bikar bîne. Kurê min dixwest bixwînê, lê Erdogan destûr neda. Xeyalê Çekvar ên ku dixwest pêk bîne û nekarî bike bila zarokên din bikin. Dilê min şewitî bila ên mirovên din neşewite."
'Em ê bi hezaran bibin Çekvar û derên pêşbirê we'
Hevalê Çekvar ê dibistanê Ş.K. jî wiha got: "Zerarê Çekvar ji tu kesî re nînbû. Dewlet ne Çekvar, niyetê paqij ê Çekvar qetil kir. Ew mirinê heqnedikir. We Çekvar qetilkir, em ê bi hezaran bibin Çekvar û derên pêşbirê we." K.K jî got Çekvar di dibistanê de gelek dihat heskirin û wiha pêde çû: "Guleyê Erdogan Çekvar qetil kir. Çekvar xwedî li şehîd, ziman û doza xwe derdiket. Her kes dizane ku çawan hatî qetil kirin. Ew dilê mebû, şehît namrin, dê xwîna şehîdên me li erdê nemîne, em dizanin." P.Ç jî wiha got: "Polîsan hevalê me qetil kir, dema ku buyerek biçûk li dibistanê derketiba, mudirê me tavilê gazî Çekvar dikir. Ji bo ku ji dibistanê bavêje her tişt dikir. Dema em dihatin şînê jî mamoste ji mera dibêjin ' bikevin wanê, ji xwe hûn hincetan digerin."
(rc)