Li pişt xendekên Nisêbînê jiyanek nû tê înşakirin

10:47

Zehra Dogan/JINHA

MÊRDÎN - Li Nisêbînê berxwedana gel li pişt barîqat û xendekan didome û modela jiyanek nû înşa tê înşakirin. Pêşengên berxwedanê jin wiha dibêjin, "Em perwerdehiya ziman, ax û mafê xwe dixwazin. Erdogan çi dixwaze? Qasir xwast bi dest ket, bila biçe ser qoltika qesrê rûne û ji me dur bisekine. Welatiyên ku piştî qedexe rabû vegeriyan mal, pere û tiştên giran bûha nedîtin. Di nava tîmên taybet de IŞÎD hene. Serweta gel dagir dikin. Lê bila baş were zanîn li hember tangan em ê dev ji cihên xwe bernedin."

Li taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr û Dîcle ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê qedexeya ku di 28'ê Mijdarê de hatibû îlan kirin di roja 5. da piştî êrîşên giran bi dawî bû. Berxwedana gel li hember êrîşên tîmên taybet ên giran bê navber berdewam kir. Li taxên ku qedexeya derketina kolanan bi dawîbû civîna gel didome. Jiyana nû a ku li taxa Firatê pişt xendekan tê avakirin em bi xwendevanên xwere parve bikin. Li pişt barîqatên ku hatine danîn bi dehan zarok bi nîşana serkeftinê me pêşwazî dikin. Zarokê koçer yê 12 salî Welat di destê xwe de kovanê guleyan hilgirtiye û wiha dibêje, "Binêrin bi van guleyan li me didin."

'Bi tang û tifingê demokrasî nabe'

Di nava leystûkê zarokan re em derbas dibin û bi niştecihên taxê re hevdîtinê dikin. Latîfa Agirman (50) anî ziman ku sedema îlankirina qedexeya derketina kolanan derûniya gel xirab kirine. Latîfa diyar kir ku Tayyîp Erdogan berpirsyarê van bûyeran ye û wiha got: "Li vê cîhanê mirovahî nemaye, xwedî qesrê li serê me bela vedike. Davutoglu di civîna Ewropayê de ji cîhanê re dibêje 'Li welatê me demokrasî heye'. Bi tang û tifingê demokrasî pêk nayê. Li dibistanan wane tune ye, nahêle dikan bên vekirin û gule direşîne camiyan. Erdogan hişê xwe wendakiriye bi Putîn re digere. Ji welatên cîhanê re meydanê dixwîne û mafê xwedanên vî axî dagir dike. Em ji wî natirsin û em ê ji xaniyên xwe dernekevin. Em perwerdehiya ziman, ax û mafê xwe dixwazin. Erdogan çi dixwaze? Qasir xwast bi dest ket, bila biçe ser qoltika qesrê rûne û ji me dur bisekine. Welatiyên ku piştî qedexe rabû vegeriyan mal, pere û malê wan hat dagirkirin. Di nava tîmên taybet de IŞÎD hene. Serweta gel dagir dikin. Lê bila baş were zanîn li hember tangan em ê dev ji cihên xwe bernedin."

'Pirsgirêka esasî zîhniyeta ku dexwazê gel ji nedîtî ve tê ye'

Di nava kolanan de em rastî komek din a jinan tên. Sohbeta me bi jinên ku li ber derî rûniştine û çayê xwe veduxin re despêkir. Nure Taklak a 55 salî diyar kir ku di şevên ku êrîş giran dibûn de ew tevlî çalakiya deng derxistinê bûye û wiha domand: "Li hember êrîşan ez bi çalakiya deng derxistinê xwe diparêzim. Dibêjin 'gel nîne'. Van zarokan û em ne gelin? Pirsgirêk ne gel li vir be an ne li vir be, pirsgirêka esasî zîhniyeta ku dexwazê gel ji nedîtî ve tê ye." Gotina Nura zarokan bi çepik û berzkirina dirûşmê "Bijî berxwedana Nisêbînê" hat birîn.

'Li dibistanan wane nîne'

Li Taxa Firatê zaroka bi navê Berfîna a 9 salî wiha got: "Îsal qet neçûm dibistanê, êdî dibistan vebin jî ez naçim. Ji xwe em şûna her kes man." Em derbasî pişt brandeyên ku li pişt xendekan hatine dayîn dibin. Li pişt her brandeyekê komek gel me bi kêfxweşiyek pêşwazî dike. Li pişt xendekan tenê motosiklet û bîskelet di tevgerê dane. Hinek sewal bi erebeyên destan jin derbasî aliyên din dikin. Li kolanan civîna jinan bê navber didome.

'Li hember êrîşan xwerêveberin her ku diçe belav dibe'

Dayîka Aştiyê Perîhan Altug ji roja êrîş despêkiriye ji taxê veneqetiya ye û erka rêveberina civîna jinan hildaye ser milê xwe. Perîhana ku dibêje, "Tîmên taybet û leşker ji bo berjiwandiyê qesra Erdogan dibin qurban" diyar kir ku faydeya van êrîşan bi tu aweyî nîne. Perîhan da zanîn ku herî dawî bi Dêrikê re derket holê ku xwerêveberin her ku diçe belavî her derî dibe. Perîhan bi taybet bang li cehşên kurd û parlementerê AKP'ê kir û wiha pêde çû: "Mihê ku ji keriyê vediqete dibe qurbanê gurê. Hişê xwe bigrin serê xwe, dê rojek dore bê we jî. Em heya niha firsetê afkirinê didin we, nebin qurbanê vî şerî. Piştî ku sal biborin û her tişt biqede em ê we afû nekin. Gel wê we darzîne." Perîhan di dawiya gotina xwede bang li medyayê navendê kir û got: "Ew destê we şikastiba da ku hûn ewqas derewan nekin. Nefreta ku li hemberî gelê Kurd hatî girtin, we dixe vî halî. Ez ê we efûnekim û dîrok jî dê we afûneke."

(rc)