Li Lîcê û Hezroyê qedexeya derketinê didome
11:03
JINHA
AMED - Li 12 taxên girêdayî Licê û Hezroyê qedexeya kolanan didome.
Li 12 taxên girêdayî Licê û Hezroyê qedexeya kolanan a ji aliyê Walitiya Amedê bi hinceta operasyonên leşkerî hatibû îlankirin didome. Li 12 taxên girêdayî Licê û Hezroyê qedexeya kolanan a ji aliyê Walitiya Amedê bi hinceta operasyonên leşkerî hatibû îlankirin didome. Di daxuyaniya Walîtiyê de hat gotin ku wê li herêma di navbera girê li Licê yên Dolûnay, Baglan, Kitreas, Tûmtaş û Hasaralî de operasyonên leşkerî destpê bikin.
Li taxên Çîtlîbahçe, Ormankaya, Guzdami yên Hezroyê; Kabakaya, Yalaza, Dolûnay, Ortaç, Baglan, Çavûndûr, Varlik, Esenlî û Çanak ên girêdayî Licê jî qedexeya kolanan didome.
(rc)