Dayîkê Şemiyê aqubata Tahîr Elçî pirsîn

11:24

JINHA

ŞIRNEX - Dayîkê Şemiyê li Cizîrê di çalakiya xwe ya 360. de aqubeta Tahîr Elçî pirsîn. Dayîkan got ku Tahîr Elçî bi salane parêzertiya wan dikir û bi wêrekî bi ser JİTEM a ku xizmên wan qetil kiriye diçû.

Dayîkê Şemiyê ku her hefte bi armanca aqubeta xizmên xwe û failêna pirsin tên cem hev çalakiya xwe ya 360. pêk anîn. Dayîkê Şemiyê wek her heftê li kolana Hûnerê kombûn û albûma wendahiyan vekirin û wêneyên xizmên xwe rakirin. Kesên ku xizmên xwe di dema dorpêça Cizîrê de wenda kirine, Parêzerên baroya Şirnex’ê, Birayê Tahir Elçî Ahmed Elçî û biraziyê pismamamê wî jî tevlî çalakiyê bûn. Vê heftê h hemû malbatan wêneyên Tahîr Elçî danîn cem wêneyên xwe û çalakî ji bîranîna kesên hatine qetil kirin deqey rêz girtin.

‘Tahîr ji kujeran ne ditirsiya û bi ser wan de diçû’

Piştî rêz girtinê nûnerê İHD’ê Abdulkerim Pusat axivî. Abdulkerim kesên ku Tahîr Elçî qetil kirine nelet kir û wiha pirs kir: "Ji bo ku aştî pêk were hewceye çend kes bimrin? Em li vê derê bangî wezîfedaran dikin guleyê ku berdan Tahîr berdan dilê vî weletî edî bese." Abdulkerim da zanîn ku Tahîr parêzerên Dayîkê Şemiyê bûye û ev tişt anî ziman: "Dozên JİTEM’ê di şopand. Ji JİTEM’ê ne ditirsiya ji kûjeran ne ditirsiya.

Piştî Abdukerim jî Parêzerê Baroya Şirnex’ê Filîz Olmez axivî û diyar kir ku ew wek hiqûqnasan difikirin ku kuştina Tahîr Elçî suyukaste û wiha axivî:” Li ser dozê biryara veşartinê tine lê weka ev biryar li ser hebe tevdigerin. Failên Tahîr diyarin, li ber çavê hemû kesî Tahîr qetil kirin. Em vê êşê ji dil û can hîs dikin. Em wek parêzerê vê herêmê soz didin ku em ê di şopa wî bişopînin.”

Piştî axftinan Dayikê Şemiyê 5 deqe çalakiya runiştinê pêk anîn.

(ma/rc)