'Eger mafê tifek hebe, minê tifê kesên hember zilmê bêdeng dimînin kiriba'
12:11
JINHA
ANKARA - Jinên ciwan li hember îlankirina qedexeya derketina kolanan a li Kurdistanê bertek nîşan dan û anîn ziman ku dengê berxwedanê ya ku bilind dibe dem hatiye were bihîstandin.
Jinên ciwan li hember qetilkirina jinan û îlankirina qedexeya derketina kolanan a li Kurdistanê bertek nîşan dan. Jinan da zanîn ku bi hevkariya hikûmeta AKP'ê û DAIŞ'ê ev şer tê rêveberin û jin tên qetil kirin û destnîşan kirin ku di bin siya qetlîaman berxwedana jin bilind dibe û gotin divê qirîna berxwedanê were bihîstandin. Xwendekara Zanîngeha Fakûletaya Ragihandinê a Enqrê Bûşra karabulut, bang li xwedî derketina berxwedana gelê Kurdistanê kir û wiha got, " Mirovên ku dibêjin eger mafê tifek hebe, minê tifê kesên hember zilmê bêdeng dimînin kiriba, kes nikarê bitirsîne."
'Cînayetên ku faîlê wan diyar wek faîlê mechul tê nîşan dan'
Endama Koma Jinên AKA-DER'ê Gîzem Mercan destnîşan kir ku pêvajo 'pêvajoya înfazê ye' û got: "Dîroka T.C. dîroka komkûjyan e. Ji bo me cînayetên ku faîlên wan diyar wek faîlê mechul tê nîşan dan. Li Kurdistanê gel tên qetil kirin. Gelê berxwedêr ya Kurdistanê dê bi serbikevin." Gîzem anî ziman ku, ew ê hesabê jin û zarokên ku ji aliyê polîsan ve li Kurdistanê tên qetilkirin bên xwestin û got berxwedana jin li herêmê derketiye pêş.
'Jin bi rihê Ekîn Wan li berxwedide'
Endama Meclîsa Jinên Sosyalîst Fatma Edemen got: "Şerê ku bi hevkariya AKP û DAIŞ'ê li ser erdîngeriya me hatî îlan kirin, herî zêde jin tên qetil kirin. Em çîrokê jinên ku li her çar aliyê Kurdistanê tên qetil kirin dibihîsin. Lê vê carê berxwedana jin di bin siya komkûjiyan de bilind dibe. Li hember zilmê niha jin bi rihê Ekîn Wan li berxwedidin." Fatma diyar kir ku divê qirîna berxwedanê jinan ya ku bilind dibe were bihîstandin û li her qadê em dengê xwe tevî dengê wan bikin.
'Rihê berxwedana Kobanê, ya ku li bakûrê Kurdistanê pêk tê hêz dide me'
Endama Ciwanên Ekîmê Eylûl Denîz anî ziman ku ew wek şoreşger û xwendekar qatilamên ku pêk tên lanet dikin û got wek gelê rojavayê Tirkiyê ew berxwedana gelê Kurdistanê silav dikin û wiha pêde çû: "Gelê Kurd li hember êrîş û îşkenceyê dewleta faşîst û sermayeder berxwedanek mezin û bi rûmet nîşan dide. Rihê berxwedana Kobanê, ya ku li bakûrê Kurdistanê pêk tê hêz dide me. Em li gel gelê xwe ên li berxwedêrin. Em wan bi tenê nehêlin." Eylûl da zanîn ku ew ê wek gelê Tirkiyê û Kurdistanê li hember faşîzmê mil bi mil berxwebidin.
'Berxwedan û baweriya vî gelî wê neşke'
Bûşra got: "Di bin navê qedexeya derketina kolanan de zarok, jin û jinên du canî bi aweyek hovane tên qetil kirin. Wek jin û însan ez van kiryaran lanet dikim. Ez jiyanek azad bi rengê jin û mirov dixwazim. Bila dawî li komkujî û îşkenceya ku bin navê qedexeyan de tê kirin bi dawî bibe." Buşra bang li tevahî gel kir ku deng bidin dengê gelê Kurdistanê û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ew ê nekaribin vîna gel bişkînin. Bi sedan sal vê yekê dikin lê bi tu aweyî vîn, berxwedan û baweriya vî gelî nekarîn bişkînin. Yek mirov jî bimîne li ser navê mirovahî û têkoşîna azadiya gel, dê berxwedan bidome. Di serî de wek kesayet û jinek ez soza rêveberina têkoşînê didim. Mirovên ku dibêjin eger mafê tifek hebe, minê tifê kesên hember zilmê bêdeng dimînin kiriba, kes nikarê bitirsîne."
(rc)