Li Akedemiya Şîlan Kobanê ji bo YPJ'ê perwerde

12:27

JINHA

DÊRIK- Akademiya Şîlan Kobanê ya perwerdeya leşkerî şervanan YPJ'ê ên pispor amede dike. Akademiyê ji destpêka avabûna xwe û vir ve 700 şervan amade kirine.

Di şoreşa Rojava de Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) wekî hêzeke parastinê li Rojava roleke xwe ya mezin girt û di qadên parstinê de bu xwedî roleke mezin. Bi şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê re hêzên YPJ'ê di cîhanê de bûn mînakê jiyan û berxwedanê. Yek ji Akademiyan, Akademiya Şîlan Kobanê ya girêdayî hêzên YPJ’ê ye. Di vê akademiyê de 20 dewreyên perwedeya şervanan hatine vekirin. Di van perwedeyan de 700 şervan hatine perwerdekirin. Akedemiya ku di Nîsana 2013'an de li Dêrikê vebûye bê navber xebatê perwerdê didomîne.

Rêveberên Akademiya Şîlan Kobanê destnîşan kirin ku ew bê navber dewreyên leşkerî ji şervanan re vedikin û gotin ku dema opersyon û hemle hebin dewre têne rawestandin. Destpêka vekirina Akademiyê dewreyên hatine vekirin meh û nîvekê dewam dikir, lê niha û bi armanca ku şervan baş bêne amadekirin dewreyên têne vekirin bûne 4 meh. Di akedemiyê de dersên bîrdozî, ramyarî û leşkerî têne dayîn.

Endama Rêveber a Akademiya Şîlan Kobanê Roz Efrîn destnîşan kir ku armanca wan ji Akademiyê ew e ku jinan di hemû aliyên jiyanê de amade bikin û bi vê yekê jin ji bo parstina xwe amade be. Efrîn destnîşan kir ku jin di hemû aliyan de rastî şidetê tên û bang li hemû jinên ciwan kir ku beşdarî hêzên YPJ’ê bibin û parstina mafê xwe bikin. Şervanan bi navê Mîdya Dêrik ku beşdarî perwerdeyê bû ye got ku perwedeya wan girînge û derfetên baş ji wan re peyda kiriye.

(rc)