Di êrîşa hewayî a li ser Surê 6 kes birîndar bû
12:42
JINHA
AMED - Li Surê îlankirina qedexeya derketina kolanan di roja 4. de berdewam dike. Hat zanîn ku ji ber êrîşên hewayî a li ser Surê gelek welatî birîndar bûne. Berxwedana Dayîkên Aştî ên ku xwe kirine mertalê zindî û gel didome.
Li navçeya Sura Amedê îlankirina qedexeya derketina kolanan di roja 4'an de didome û ji şevê din, bê navber êrîş li hember navçê pêk tê. Navçeya ku 3'ê rojin dibe hedefa topbarana helîkopteran 3'ê welatî jiyana xweji dest da. Di êrîşa duh ya hewayî de tê îddîa kirin ku sê kesên din jiyana xwe ji dest daye û di encama hewana ku li malekê ketiye du jê zarok 13 kes birîndar bibû. Li gorî agahiyên ku ji Dayîkên Aştî ên xwe kirine mertalên zindî hatine sitandin, di encama êrîşa hewayî a li ser taxa Hançepek de baxçeya xaniya malbatan xirab bûye û ji ber sekvanên ku hatine bi cih kirin du jê zarok 6 kes birîndar bûne. Ji ber pêvçûna heyî birîndar ji aliyê welatiyan ve li gorî derfetên xwe tên derman kirin. Her wiha navçeya ku buye hedefa sekvanan av û ceyran lê hatiye birîn.
(rc)