Huda Kaya: Em ê ji mirovahiyê re ola hêviyê avabikin

14:01

JINHA

AMED - 2. Komxebata Jinan a DÎK'ê li Amedê destpêkir. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya axafitna vekirinê kir û diyar kir ku têkoşîna û rêxistinbûna jin dê nasnameya olî avabibe û wiha got, "Wê demê dê jin bikeve ferqa hebûna xwe. Wê demê, ne ola şer, ola aşitiyê dê bibe ola jinên Misilman. Ji bo aşitiyê û ji ber hemû zextan, pêdivî bi rêxistiniya jinê heye."

2. Komxebata Jinan a DÎK'ê, li Salona Resepsiyonê ya Sumerparkê ya Amedê destpêkir. Ji Tirkiye û Kurdistanê hejmarek zêde jin tevlî komxebatê bûn. Di komxebatê de dê bi sernavên "Peymana Medîneyê û têkiliyên civakî", "Jin û berxwedan", "Pêşketinên li Rojhilata Navîn û Jin" û "Jin û civak" nîqaş werin meşandin. Axaftina vekirinê ya komxebatê ji aliyê endama KJA'yê û Şuraya DÎK'ê Suheyla Înal ve hate kirin. Suheyla, di axaftina xwe de balê kişand ser polîtîkayên AKP'ê ku li ser navê Îslamê tevdigere û got feraseta AKP'ê hem ji aliyê fîzîkî ve hem ji aliyê ruhî ve jinê qetil dike. Suheyle destnîşan kir ku ji bi zîhniyeta şoreşê re dê hemû şikestinan derbas bike û wiha got: "Divê di serî de bi taybet em xwe ji qalibên dogmatîk ên ku di bin navê olê de tê pêşkêş kirin rizgar bibin. Bi rih, beden û hizrê xwe ji bo pêşerojek bi pradîgmaya azadiya jin, demokrasî û ekolojî re civakek nû înşa bikin."

'Pêdivî bi rêxistinbûna jinan heye'

Pişti Suheyla, Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, peyama Hevşaredara Erdîşê ya ji girtîgehê şandiye xwend. Dîba Keskîn di peyamê de balê kişand ser têkoşîna jinê û got "Jin mehkûm in ku biserkevin."Huda jî di axaftina xwe de balê kişand ser DAIŞ'ê û got oldariyekî li ser esasê koletiyê dixwazin pêş bixin û li Tirkiyeyê jî ev xetere heye. Huda wiha axivî: "Destpêkê bi xwe re, bi feraseta xwe re, bi saltanata Yezîd re divê têkoşîne bikin. Em dikarin Îslamê bikolin û nasnameya xwe ya Misilmantiyê ava bikin. Wê demê em jin dikarin bikevin ferqa hev. Wê demê, ne ola şer, ola aşitiyê dê bibe ola jinên Misilman. Ji bo aşitiyê û ji ber hemû zextan, pêdivî bi rêxistiniya jinê heye."

Piştî axaftinên vekirinê, komxebat ji çapemeniyê de hate girtin. Dê komxebat, bi aşkerekirina encamnameyê bi dawî bibe.

(rc)