Di qetilkirina Evîndar de hevkariya zilam û polîs
14:45
Bêrîtan Elyakut / JINHA
AMED - Malbata Evîndar Ogut ku li Amedê ji aliyê birayê xwe ve hat qetilkirin diyar kir ku berê niha wan ji ber zextên Alî Ogut serlêdana sûc kirine lê Alî ne hatiye girtin û wiha gotin: “Heke îro Evîndar hatibe qetilkirin sedemê wê dewlete. Heke dewletê pêşî lê girtiba û serbest bernedana dê niha Evîndar bijiya.”
Li taxa Seyrantepeya Yenîşehîra Amedê xwendekara pola 8. Evîndar Ogut (13) di 2’yê kanûnê de ji aliyê birayê xwe Alî Ogut ve hat qetilkirin. Evîndar ji ber guleyên ji ser û destê xwe xwarî jiyana xwe ji dest da. Alî Ogut 4 roj piştî bûyerê teslîmî polîsan bû. Malbata Evîndar diyar kir ku Alî Ogut li ser hemû ferdên malbatê zext dikir lê herî zêde zext li ser Evîndar dida meşandin.
'Ez dixwazim ku Alî cezayê herî giran bigire
Dayîka Evîndar Beyaz Ogut da zanîn ku dema Evîndar hat qetilkirin ew li nexweşxaneyê bû û wiha got: “Dema ez vegeriyam malê min dît ku li ber derê mala me polîs hene. Alî jî piştî bûyerê reviya bû. Ev 3-4 salin Alî li hemberî malbatê zext pêk dianîn. Pirsgirêkên derûnî yên Alî tune bûn lê di nava 3 salan de nêzîkatiyên wî yên li hemberî malbatê guherîn bi taybetî jî li hemberî Evîndarê. Wê rojê di malê de 4 zarokên min hebûn, dema êrîşî Evîndarê dike hemû ji malê direvin lê Evîndar nareve li ber xwe dide lê hêza wê têrê ne kir.”Dayik Beyaz anî ziman ku piştî êrîş dike destpêkê guleyekê berdide destê Evîndarê, piştre yekê ber dide serê wê û wiha pêde çû: “Alî operatorê kepçeyê bû û pereyê digirt ji xwe re xerc dikir. Ne dixwest Evîndar biçe ber derî. Ez dixwazim ku Alî cezayê herî giran bigire.”
'Polîsan tenê dest danî ser çeka wî'
Bavê Evîndar Omer Ogut bi lêv kir ku berê salek û nîv ew çûye midûryeta polîsan der barê Alî de serlêdana sûc kiriye û axaftina xwe wiha domand: “Min xwest ku ji ber zext û der barê bê ruhset girtina çekê ya Alî hinek ewlehiyan bigirim. Ez bi zarokên xwe re çûm midûryeta polîsan û min serlêdana sûc kir. Polîsan tenê dest danî ser çeka wî û em sewqî dadgeha malbatê kirin. Bi mehan em dibirin û dianîn. Herî dawî doz rêkirin temziyê û Alî serbest hat berdan.”
Bavê Evîndar destnîşan kir ku piştî çend mehan carekdin ew rastî şîdeta Alî hatin û wiha got: “Dema me dixwest pêşiya wî bigirin êrîşî me dikir. Hevjîna min û zarokan xwe ne girtin û carekdin daxwazname dan dozgeriyê û serlêdana sûc kirin. Çend roj berê ji me re teblîxat hat ku di 15’ê çileya 2016’an de doz heye. Alî ji ber doza hatiye vekirin Evîndar qetil kir. Dilê min şewitî, ger Alî serbest berdin dê dîsa dilê me bi şewitîne. Beriya ku zirarê bide kesekî din divê pêşiya wî were girtin. Em dixwazin ku cezayê herî giran bidin Alî.”
'Heke dewletê pêşî lê girtiba û serbest bernedana dê niha Evîndar bijiya'
Apê Evîndar Îsmaîl Ogut ku bûye şahidê êrîşên Alî yên li hemberî malbatê diyar kir ku ligel ku malbatê du caran der barê Alî de serlêdana sûc kirine jî lê ji bo pêşiya vê bê girtin dewletê tiştek nekir. Apê Evîndar da xuya kirin ku heta ku qetlîam neyê kirin dewlet pêşiya van bûyeran nagirin û wiha axivî: “Em bifikarin heke Alî serbest were berdan dê zirarê bide kesên derdorê. Divê cezayê herî giran ji Alî re were dayîn. Alî biraziyê mine lê Evîndar qetil kir, bila hiqûqnas piştgiriyê bidin me. Heke Alî ji cezayê kêmkirî bigire û were berdan lê heman êşê bi yeke din bide jiyîn. Heke îro Evîndar hatibe qetilkirin sedemê wê dewlete. Heke dewletê pêşî lê girtiba û serbest bernedana dê niha Evîndar bijiya.”
(mb/rc)