Mehmet Demîrel yê ku li Surê hatî qetil kirin bi tilîliyan hat oxir kirin
14:46
JINHA
AMED - Mehmet Demîrel ê ku li Sûrê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin û ji ber dorpêça polîsan ku cenazeyê wî rojek şûn ve ji taxê hat wergirtin, li qeraxa Dîcleyê li ser milê hevalên xwe ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.
Mehmet Demîrel ê ku li Sûrê bi guleya polîsan hat qetilkirin û ji ber dorpêça polîsan cenazeyê wî rojek li taxê ma, ji aliyê heyetê ve cenazeyê wî ji taxê hatibû wergirtin. Piştî ku otopsiya cenazeyê Mehmet li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gezî Yaşar a Amedê hat kirin, li Goristana Yenîkoyê piştî wecîbeyên olî ji bo cenazeye wî li goristana ku li Taxa Ferîtkoşka Yenîşehîrê ye bê definkirin bi kerwanekî derxistin rê.
Di merasîma ku hat lidarxistin de MEYADER, rêveber û parlementerên DBP û HDP’ê jî amede bûn. Di merasîmê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Sûrê” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin û posterên Mehmet hatin hilgirtin. Cenazeyê Mehmet ku anîn Fîskayayê bi tîlîliyan hat pêşwazîkirin. Hevalên Mehmet darbesta wî danîn ser milê xwe û anîn Goristana Ferîtkoşkê ya ku li qeraxa Çemê Dîcleyê ye. Cenazeye Mehmet ji aliyê xizmên wî ve bi zêmarên kurdî û tîlîliyan hat definkirin.
Dayika Mehmet axê maçî kir
Dayika Mehmet, li ser gora kurê xwe lorand û got “Mehmet kurê min tu bûyî şehîd. Xwezî ez di cihê te de bûma. Ez li serê çiyan gerîla bûma û şehîd bûma. Gula ku barandin lingê te bila berdana min.” Dayika Mehmet pişt re jî çengek ax xist desê xwe û maçî kir.
‘Dê nikaribin berxwedana gel bişkînin’
Hevserokê DBP’a Amedê Alî Şîmşek jî wiha got: “Dewlet li Kurdistanê qetlîam pêk tîne. Lê dê nikaribin berxwedana gelê kurd bişkînin.”
Ji bo Mehmet dê li Mala Sersaxiyê ya Fîskayayê şîn were danîn.
(rc)