Li Surê 15 jê zarok 25 welatî birîndar bûn
16:51
JINHA
AMED - Li navçeya Surê qedexeya derketina kolanan di roja 4'ê de berdewam dike. Heya niha 15'e jê zarok 25 welatî birîndar bûn. Polîs rakirina birîndaran a nexweşxanê asteng dike.
Li navçeya Surê ya Amedê piştî îlankirina qedexeya derketina kolanan dorpêça polîsan her ku diçe zêde dibe. Hat zanîn ku li taxê pêdiviya welatiyan bi av, zexîre û derman heye. Li gorî agahiyên hatine wergirtin, heya roja îro di encama êrîşên giran ên polîs û tîmên taybet ya li ser Surê, 15'e jê zarok, 8 jin û 2 welatiyên pîr birîndar bûne. Di encama êrîşên hewayî ên helîkopteran, 18 xanî şewitîn û du xanî hilweşiyan. Di van xaniyan de du jin û du zarok birîndar bûn. Polîs rakirina birîndaran a nexweşxanê asteng dike û rewş her ku diçe girantir dibe. Her wiha firinek xwest nan li welatiyan belav bike ji aliyê polîsan ve hat asteng kirin.
(rc)