'Ji bo qirkirin bisekinin divê tecrîd bê rakirin'
09:04
JINHA
WAN - Jinên Wanê bertekên xwe yên li hemberî tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nîşandan û gotin: "Heya Rêber Apo azad nebe ticarî ev gel dest ji tekoşîna xwe bernade. Ji bo ku qirkirin bi dawî bibin divê bi Rêber Apo re hevdîtin bên kirin û maseyê muzakereyan carekdinê vegere."
Bertekek a bi boneya tecrîda ji 5'ê Nîsanê heya niha ser Rêberê PKK'ê berdewam dike jî ji jinên Wanê hat. Jinan bertek nîşanî tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike dan û dan zanîn ku divê demek ji ya din zutir tecrîd bê rakirin. Ji Meclisa Dayîkên Aştiyê Zekiye Kaya destnîşan kir ku sedema qirkirinên li Kurdistanê tên jiyîn tecrîde, ji bo wê jî divê ji bo rawestandina qirkirinan tecrîd bê rakirin.
Zekiye qirkirinên Kobanê, Şengal, Amed, Mêrsîn û Enqerê bibîr xist û wiha domand: "Em hemû baş dizanin ku ev qirkirin DAIŞ û Erdogan dikin. Dunya hemû dizanin çavê Erdogan nabîne û guhê wî nabihîse. Li gel hemû gel aştiyê dixwazin jî lê ew ji bo qelandina koka kurdan û ticarî Rêber Apo ji girtîgehê dernexe dixebite."
'Dewleta tirkan ser bedena jinan hovîtiyê dike'
Zekiye bilêv kir ku heya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serbest neyê berdan dê qirkirin berdewam bikin û wiha berdewam kir: "Em ticarî jibîr nakin ku sedema van hemû qirkirinan Hikumeta AKP'ê û Serokomar Erdogane. Em dayîkên aştiyê rawestandina xwînê û aştiyek mayînde dixwazin, dewleta tirk ser bedena jinan hovîtiyê dike. Em êdî naxwazin şideta ser jinan û qirkirinên jinan ne bibînin ne jî bibihîsin. Em dixwazin ên nirxê jinan dizanin dengê xwe bigihînin me."
'Em naxwazin mirina zarokan bibînin'
Ji Meclisa Dayîkên Aştiyê Kewê Işik jî wiha axivî: "Erdogan û Davutoglu hemû êrîşan ji bo mayîndekirina kursiyê xwe dikin. Em naxwazin mirina zarokên xwe bibînin." Kewê da zanîn ku tenê bûyerên tên jiyîn Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dikare bide sekinandin û wiha dom kir: "Heya Rêber Apo azad nebe ev gel ticarî dest ji tekoşîna xwe bernade. Ji bo rawestandina qirkirinan, divê demek ji ya din zutir bi Rêber Apo re hevdîtin bê kirin û masê muzakereyan carekdin bê vegerandin."
'Divê gelê Kurdistanê têkevin nava tevgerê'
Hevseroka DBP'a Qelqeliyê Asli Kaymaz jî berxwedana Cizîr û Nisêbînê bibîr xist û wiha got: "Li Kurdistanê terora dewletê tê meşandin, qirkirin tên kirin. Qetilkirina jin, zarok û ciwanan nayê pejirandin. Cizîr û Nisêbîn li ser lingane, lê divê berxwedan tenê li wan deveran nemîne, belavî hemû deveran bibe. Dewletê nêrî li Kurdistanê bi pêşengiya jinan berxewdan mezin dibe, ji bo wê jî êrîşî ser jinan dikin. Ji bo wê ye qetilkirinên jinan hîn zêdetir dibin. Li gel vê hevserokên me yên jin girtin binçavan. Ser bedena Ekin Wan zilm kirin. Ew zilim ser hemû jinan kirin. Emê jî weke jinên Kurdistanê nekevin. Di dawiyê de dê li Kurdistanê jin serkevin."
Di dawiyê de Asli bilêv kir ku berxwdana li Kurdistanê bilind dibe girêdayî tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike ye, ji bo wê jî divê demek ji ya dinê zutir tecrîd bê rakirin.
(zt)