Li Nisêbînê 5'emîn 'qedexe'

09:05

JINHA

MÊRDÎN – Li Nisêbînê piştî qedexeya 5 rojan ku di ser de du roj derbas bûn, cara 5’emîn qedexeya derketina kolanan hate îlankirin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, qeymeqamî li ser hev qedexeyan îlan dike. Piştî ku du roj di ser qedexeyê derbas bû, car din qedexeya derketina kolanan hate îlankirin. Li gorî daxuyaniya Qeymeqamiya Nisêbînê îro saet ji 07.00'an şûn ve li taxên Firat, Dîcle, Yenîşehîr û Abdulkadîrpaşa qedexe destpê dike.

Di navbera 29’ê mijdar û 3 kanunê de 5 roj qedexe hatibû îlankirin. Bi taybet li çar taxên ku bênavber qedexe berdewam dike, armanca qedexeyê ew e ku gel taxan biterikîne.

(zt)