'Divê em berxwedana topyekun mezin bikin'

10:30

JINHA

STENBOL - Jinan bertek nîşanî qetilkirina Dilan Kortak dan û gotin: "Divê em Dilan weke şervana tekoşîna azadiyê bibînin. Divê teyîbetî jî gelên li Tirkiyê û kedkar van qirkirinan bibînin. Divê em berxwedanek topyekun rêxistin bikin."

Li Stenbolê polîsan ser malekê de girtin Dilan Kortak a 20 salî qetilkirin. Beriya Dilan jî dewletê jin hedef girtin û qetildikirin. Berê li Stenbolê Gunay Ozaslan û Dilek Dogan qetilkirin. Li Amedê jî Taybet Cansin qetilkirin. Jinan diyar kirin ku qetilkirina Dilan qirkirina ser wan hemûyane û dê ticarî qirkirin nikarin li pêşiya tekoşîna jinan bibin asteng.

'Polîtîkayek qirkirinê ya salên 90'an derbas dike yehe'

Berdefka Meclisa Jinên Sosyalist a Stenbolê (SKM) ê Fadime Çelekî diyar kir ku her diçe polîtîkaya AKP'ê ya qirkirinê berfireh diebe. Fadime da zanîn ku polîtîkayek qirkirinê ya salên 90'an derbas kiriye tê meşandin û wiha domand: "Ser jinan polîtîkayek gelek hovane didin meşandin. Bi hovane jinan qetildikin û bedenên wan tehşîr dikin."

'Divê civaka muxalîf dakevin qadan'

Fadime bilêv kir ku faşizma AKP'ê Dilan di malê de înfaz kir û wiha berdewam kir: "Divê jin û hemû kesimên muxalifên Tirkiyê li hemberî van qirkirinan dakevin qadan. Ev qirkirin ne tenê li Kurdistanê, dê belavî aliyê Tirkiyê jî bibe û berdewam bike. Ser welatiyên li aliyê Tirkiyê dengê xwe derdixin êrîşên cidî hene. Divê em Dilan weke şervana tevgera azadiyê bizanin. Divê em hemu kesimên muxalîf van qirkirinên dewletê bibînin û li gora wê bibin yek. Tayîbetiyên vê tekoşînê mezin bikin jinin. Divê em hîn zêdetir li tekoşîna hevalên xwe yên weke Dilan û Dilek derkevin. Divê em dibin banê tekoşîna aştiyê de qadan dagirin. Emê li kolanan bi tekoşîna xwe hişmendiya AKP'ê ya înfazê rakin."

Fadime anî ziman ku bêdengmayîn qetilkirinên Dilanan zêde dike û wiha dom kir: "Divê em berxwedana topyekun mezin bikin. Em li cihên karê xwe, dibistan û her navendên jiyanê xwe birêxistin bikin emê hîn zêdetir bikarin giyana pêvajoyê bihonin. Em bi wî awayî dikarin pêşiya qirkirinan bigirin."

'Dema ku pefçun hebana ma divê ew gulebaran bikira'

Ji Platforma Rawestandina Cinayetên Jinan (KCDP) ê Gulsum Kav jî destnîşan kir ku ew di nava şerek ji dema salên 90'an xirabtir denin, di nava şer de jî jin hedef tên girtin. Gulsum da zanîn ku polîs diçin malan qirkirinan dikin û wiha domand: "Di salên 90'an de jî evqas manîpule nehatiye kirin, înfazan dikin weke ku di şer dene nîşan didin. Em bêjin pefçun hebû, ma divê hema înfaz kiribana. Ma pergalek a hiquqê ya wiha heye. Wê demê dadgeh ji bo çî hene, ev rewş ji înfazên dibin çavan de ti ferqa wê nîne."

'Li hember gel şerek topyekun dane meşandin'

Gulsum wiha berdewam kir: "Li cihê em ji aliyê dewletê ve bên parastin, em ji aliyê dewletê ve tên qetilkirin. Gelek cînayetên jinan ji aliyê dewletê ve hatin kirin. Ev bûyer hemû girêdayî hevin. Her dem jin bedelê pêvajoyê wiha şidetê didin. Dê dadgeh bên avakirin û hesabên van kirinên di salên 90'an de jî nehatî dîtin bên pirsîn."

(zt)