Li Aydinê qetilkirina hevjîn û zarokan a pilan kirî
11:23
JINHA
AYDIN - Fatîh Yavûz ê ku bi hinceta lihevhatinê li hevjîna xwe geriya, hevjîna xwe Halîme Yavûz û 2 zarokên xwe bi derbên kêran qetil kir.
Li Aydinê, Fatîh Yavûz û Halîme Yavuz ev demeke bû, bi hev re nedijiyan. Fatîh Yavûz, bi hinceta ku li hev werin, li hevjîna xwe digere û dixwaze ew were otelekê. Piştî ku Halîme Yavûz diçe otelê, Fatîh Yavûz hevjîna xwe, zarokên xwe yên yek û sê salî bi derbên kêrê qetil dike. Li ser qetilkirina hevjîn û zarokên xwe, Fatîh Yavûz kêrê li singa xwe jî dixe.
Piştî qetilkirina Halîme Yavûz û zarokên wê, dozger li cihê bûyerê lêkorîn kir û cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Aydinê.
(zt)