Li Nisêbînê êrîş zêdebûn, gel di berxwedanê de ne
11:24
JINHA
MÊRDÎN - Li Nisêbînê bi qedexekirina derketina kolanan re êrîş zêde bûn, li 3 taxan gel berxwedanê mezin dikin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li taxên Firat, Dîcle, Yenîşehîr û Abdûlkadîrpaşa saet ji 07.00'an qedexeya derketina kolanan destpê kirin. Bi îlana qedexeyê re êrîşên polisên tîmên taybet jî destpê kirin. Wesayîtên zirxî yên tîmên taybet û polîsan ku li kolana Çaxçaxê, li Qada Newrozê, li ser Rêya Îpekê hatine bicihkirin di saetên şevê de beriya qedexe destpê bike dest bi êrîşan kirin. Êrîşên bi şev beriya qedexe were îlankirin destpê kirîn piştî qedexeyê bi dijwarî didomin. Li gel êrîşên li ser taxên Firat, Dîcle û Yenîşehîrê cih cih dengê teqînan jî tê. Her wiha li ser her çar taxan alava bi navê Drone ya keşfê jî digere.
Li hember êrîşan gel jî li pişt barîkat û xendekan dest bi berxwedanê kirin.
(zd/zt)