Di roja 5'an de Dayîkên Aştiyê li Surê di nobetê denin

12:14

JINHA

AMED - Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Amedê di derbarê qedexeya derketina kolanan a li Surê berdewam dike û çalakiya nobetê ya Dayîkên Aştiyê li Surê di roja 5'an dene daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Havva Kiran diyar kir ku li hemberî şerê li her çar aliyê Kurdistanê berdewam dike de gel di berxwedanê dene.

Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Amedê di bi boneya şermezarkirina qedexeya derketina kolanan a li Surê di roja 5'an de berdewam dike li komeleya xwe daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Havva Kiran da zanîn ku li çar aliyê Kurdistanê li hemberî êrîşan gel di berxwedanê dene û wiha domand: "Tahir Elçi li ber Minara çar ling ji aliyê pergala AKP'ê ve hedef hat girtin û hat qetilkirin. Tahir Elçi xwest bibe dengê aştiyê lê destur nehat dayîn, ew li ber cihê dîrokî qetilkir."

'Bila ji ser Kurdistanê qedexe rabin'

Havva anî ziman ku ew weke dayîkên aştiyê qirkirina ser Surê berdewam dike şermezar dikin û wiha berdewam kir: "Em dayîk ticarî ne alîgirê şerin. Ji bo pêşîlêgirtina şer hevalên me yên dayîkên aştiyê çune Surê, lê ji ber deshilatiya AKP'ê ji xwînê têr nabe qedexeya derketina kolanan îlan kir. Tenê bi qedexeyan re sînor namînin, welatiyên me qetildikin. 5 rojin hevalên me yên dayîkên aştiyê di hindirê Surê de mane, ji ber êrîşên giran ên dewletê nikarin derkevin. Em dixwazin demek ji yadinê zutir dawî li qedexeyan û êrîşan bê."

'Emê ticarî li mirinan nenêrin'

Havva tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike jî şermezar kir û wiha dom kir: "Emê ticarî tecrîda ser Rêbertiya xwe ne pejirînin, em dixwazin dawî li tecrîdê bê û bi Rêbertiya me re hevdîtin bên kirin. Emê weke dayîkên aştiyê heya aştî bê vî welatî her dem li qadan bin û dengê xwe bilind bikin. Emê ticarî li mirinan nenêrin. Ez bang li hemû mirovan dikim, bila li hemberî van qirkirinan bêdeng nemînin, dengê xwe bilind bikin ji bo mirovahî nemire."

(zt)