Ser Rojnewsê êrîşa sîber

12:15

JINHA

SILÊMANÎ - Ajansa Nuçeyan Rojnews ku li başûrê Kurdistanê weşanê dike di bin êrîşên sîber de ye.

Ajansa Nûçeyan Rojnews ku li başûrê Kurdistanê weşanê dike ji 24'ê tîrmehê pêde di bin êrîşên sîber de ye. Rojnewst beriya niha li Tirkiyeyê hatibû astengkirin û niha jî din bin êrîşan de ye. Desteya Rêveber a Ajansa Nuçeyan a Rojnews di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku êrîşên li hember wan pêk tên der ehlaqî ne û ev yek li hember azadiya çapemaniyê sûceke tê kirin. Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku ev êrîş ne tenê li hember wan di heman demê de li hember şopînerên wan jî pêk tên û gotin: "Di demek nêz de em dê bi rêyên cuda li gel şopînerên xwe bi û li ser xeta xwe ya ragihandinê xebatên xwe hê jî bi israr berdewam bikin."

(zt)