Li Surê Drone ket xwerê

12:19

JINHA

AMED - Li Surê di roja 5'an de li hember dorpêçê berxwedan berdewame. Drone a ji bo dîmen girtinê ya polîsan kete xwarê. Tedawiya 25 welatiyên birîndar ku destur nayê dayîn derxînin derve ji aliyê gel ve tê kirin.

Li Sura Amedê di roja 5'an de dibin qedexeya derketina kolanan de êrîş berdewam dikin. Şev heya derengiya şevê dengê teqîn û çekên giran ji navçeyê bilind dibûn. Di navbera saet 03.00-05.00'an de kêmek be jî dengê çekan hinek kêm bûn. Lê carekdin bi serê sibê re dengê çekan bilind bûn. Li hemberî êrîşan berxwedana gel mezin dibe. Tayîbetî jî êrîş ser Taxa Hasirliyê û derdora Kurşunlu Camiyê berdewam dikin. Ji ber bomba ataran agir bi malekê ket. Agir ji aliyê welatiyan ve hat vemirandin.

Êrîşên ku 5 rojin berdewam dikin û di navê de herî kêm 3 kesan jiyana xwe jidest dayîn û 25 birîndar bûyî, di revîrên ji aliyê gel ve hatî amadekirin de tên tedawîkirin.

Drone ya polîsan a li Taxa Hasirliyê hat xistin.

(zt)